Xebatên hilbijartinên li Başûr

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 02:50

Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Dana Ehmed Mecîd bi daxuyaniyekê ragihand wan xwe ji Hikumeta Herêma Kurdistanê vekişandine. Dana Ehmed Mecîd da zanîn ku ew biryara wan biryareke dereng bû lê biryarek raste. Dana Ehmed Mecîd destnîşankir ku wan di civîna Encûmena Niştimanî ya Tevgera Goranê de biryar daye ku hem ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hem jî birêvebiriyên xwecihî vekişin û got;“Biryara me li ser daxwazên alîgirên Tevgera Goran hatiye dayîn.”

Beriya ku Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran daxuyanî bide Wezîrê Aboriyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ku endamê Tevgera Goranê bû îstifa kir. Hêjayî gotinê ye di nava Hikumeta Herêma Kurdistanê de Wezareta Darayî, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, Wezareta Avadenkirin Pîşesazî û Bazirganiyê pişkên Tevgera Goranê ne. Her wiha pişka Tevgera Goranê di postê Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê de jî heye. Walîtiya Silêmaniyê jî di destê Tevgera Goran de ye û waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekîr endamê Tevgera Goranê ye.

Li aliyê din, piştî daxuyaniya Dana Ehmed Mecîd, Bepirsê Ofîsa Rojnamegeriyê yê Wezareta Aboriyê ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Ebas peyamek belav kir û ragihand ku Wezîrê Aborî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îstifa kiriye.

PDK dijmin e, deng nedin wê

Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Dayê Emşê Korkorkî ji xelkê Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê xwest li şûna wan jî biçin ser sindoqê û li dijî PDK’ê deng bikarbînin.

Endamê Meclîsa Gel a Şengalê Xêro Şengalî jî diyar kir mala Barzanî tenê ji bo xwe dikin û vê bangê kir:“Nîvê axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Mala Barzanî jî hevkariyê bi wan re dike û tenê desthilata xwe difikire. Lewma gelê me yê li wir dijîn, divê dengê xwe bizanabûn bikar bînin û dema çûn ser sindoqê bêyî ku bikevin bin zexta hinekan deng bidin. Divê em bi vê hilbijartinê piştgiriyek bidin hevalên gerîla û li gel wan bisekinin. Divê tu Êzidiyek deng nede PDK’ê ku fermanê bi ser de aniye, zilm lê kiriye.”

Çeka di dest me de hilbijartin e

Yek ji xelkê Helebceyê Cebar Mistefa têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê dîtinên xwe bi van gotinan anîn ser ziman;“Ez bang li welatiyan dikim ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin partiya ku dixwazin, bi boykot kirinê pirsgirêk çareser nekin. Ger kesek desthilat û desthilatdarî ne bi dilê wî be, bila biçe ser sindoqên dengdanê û ji bo guhertinên di rêveberiya Herêma Kurdistanê de dengê xwe bikar bîne. Ji bo guhertina pergala desthilatdariya Herêma Kurdistanê hilbijartin pêwîste.”

Ebdul Mihemed jî got:“Mixabin hinek welatî jî wisa difikirin ku hilbijartin bêkêre û vala ye. Lê îro yekane çeka di destê gel de hilbijartine. Eger hûn ji vê hikûmetê hez nakin, hûn dikarin herin dengê xwe bidin partiyên din yên li dijî hikûmetê ne. Divê her kes dengê xwe bide.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.