Dohuk di bin dagirkeriyê de ye!

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 02:10

Namzedê YNK’ê yê Duhokê Elî Oremarî ragihand ku Parêzgeha Duhokê bi rûbera 40 km û dirêjahiya zêdetirî 100 km di bin kontrola dewleta Tirk de ye ,eger PDK bi vî rengî bidomîne, wê zêdetir xak were dagirkirin û zêdetir metirsî li ser Duhok û Behdînanê çêbibe û got:“Ji ber wê jî beşdarbûna hilbijartinan ji bo parêzgeha Duhokê ji bo bidawîkirina hêz û zêhniyeta ku dikeve ber destê dagirkeran gelekî girîng e.”

Namzedê lîsteya YNK’ê yê herêma Duhokê yê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Oremarî behsa giringiya çûyîna ser sindoqan ya welatiyên Herêma Kurdistanê bi taybet li herêma Duhok û Behdînan dike û wiha dibêje:’’Ev hilbijartin ji bo tevahiya Kurdistanê girînge. Ji ber ku zêdetirî salekê ye parlamento girtî ye û îhtimala betalkirina hikûmet û serokomariyê heye. Lê ji bo sînorê Duhok û Behdînan girîngtir e. Ji ber ku ew dever sêgoşeyekî metirsîdar e. Ji aliyekê ve parêzgeha Duhokê yek ji bajarên herî xizane û rêjeya hejariyê jî zêdetirî sedî 10’e. Di heman demê de rêjeya bêkariyê gihiştiye sedî 24. Ev jî cudahiyeke mezin di navbera Duhokê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê de ye. Ev jî ji ber rejîmeke qirêje. Hebûna rêjîmeke yekpartî ya otorîter ku tevahiya bingeha aborî ya parêzgehê xistiye destê xwe, bandoreke gelek xirab li ser bêkarî û hejariyê kiriye.

Tevlîbûna hilbijartinan girîng e

Ji aliyeke din ve astengkirina azadiyan û dosyaya girtiyên li Behdînan ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve berdewame yan jî di bin çavdêrî û zextê de hatiye bicihkirin. Bi neheqî ketine zindanan, ji ber vê yekê desthilatdariya vê herêmê desthilatdariyeke populîste. Metirsiya din a vê sêgoşeyê piştgirî û alîkariya PDK’ê ji dewleta Tirk a dagirker û hêzên wê re li erdnîgariya parêzgeha Dihokê ya dagirkirî ye. Ev dagirkerî encama hevkariya PDK ya bi Tirkiyê re ye, ku dikare zêdetir xakê dagir bike û deriyê dagirkeriyeke mayînde veke û ber bi dagirkirina tam a Başûrê Kurdistanê ve gavan bavêje. Mixabin di germahiya xebatên hilbijartinê de herêm bi firehiya 40 km û dirêjahiya wê zêdetirî 100 km di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Eger ev partiyeke siyasî bi vî awayî berdewam bike, wê demê zêdetir xak û metirsî li ser Duhok û Behdînan çêdibe. Lewma beşdarbûna hilbijartinan ji bo herêma Duhokê ji bo bidawîkirina vê hêz û zêhniyetê gelekî girînge.

Ez bang li hemû dengderên Duhokê dikim ku beşdarî proseya dengdanê bibin. Di roja dengdanê de bi coş bin. Em hêvîdar in ku êş û azara ku li ser gelê me ye; hemû polîtîkayên kêfî yên li ser gelê me hatine meşandin, aliyê ku ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê alîkarî û piştgirî dan dagirkeran di dema dayîna dengê xwe de jibîr nekin û herin vê hêza xwe ferzker ceza bikin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.