Hêzên PDK’ê ciwanek qetil kir

Şemî 5 Cotmeh 2024 - 01:55

Li gor çavkaniyên navxweyî hêzên Zêrevaniyê yên girêdayî PDK’ê bi hêzeke mezin ve bi ser gundê Korekî Gewre yê girêdayî Komelgeha Mela Omer yê ser bi sînorê parêzgeha Hewlêrê de girtin û di encama êrişa PDK’ê de ciwanek hate qetilkirin û kesek dîn jî birîndar bû. Çavkaniyan ragihandin ku hêzeke Zêrevanî yên PDK’ê ku ji 12 wesayîtên leşkerî yên ji cûrê Hummer û zêdetirî 50 çekdaran bi ser gundê Korekî Gewre de girtin. Piştî serdegirtinê di navbera xelkê gund û hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê de alozî derket. Hat zanîn ku hêzên PDK’ê bi gulebaranê bersiva gundiyan da, gundî dan ber guleyan. Di encama gulebarana çekdarên Zêrevaniyê de ciwanek 20 salî hate qetilkirin û kesek din jî birîndar bû.

Li gorî gotinên xelkê gund, hêzên Zêrevaniyê bêyî ku wan agahdar bikin bi ser gundê wan de girtine ku sedema vê serdegirtinê jî ew e ku xaniyek nû li gund hatiye çêkirin û çekdarên PDK’ê bi armanca rûxandina xaniyê nû hatiye çêkirin bi ser gund de girtine. Hate zanîn ku bav û bapîrên vî ciwanî jî di vî gundî de jiyane û ew gund warê bav û kalên wî bû.

Hate zanîn ku ciwanê hatiye qetilkirin navê wî Dana Mêhedîn 20 salî û zewicî bû.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.