Bila Perî qise neke!

Nûçeyên Jin

În 29 Çile 2021 - 02:24

  • Rojnamevan Perî Tahir: Mesele ne ew e ka jinek dikare yan nikare pirsek ji mêrekî bike. Dezgehên medyayê yên Başûrê Kurdistanê heta niha weke pêwîst baweriya xwe bi jinê nayînin. Pirsgirêka sereke a civaka Kurd çawa azadiya jinê ye, ya medya Kurd jî wisa ye.

LUQMAN GULDIVÊ

Perî Tahir heta 2018’an li Başûrê Kurdistanê dima. Ew îro li Belçîkayê Penaber e. Lê serpêhatiya wê ya penaberiyê, hinekî guhertî ye ji yên mayî. Ji ber ku nikariyê li Başûrê Kurdistanê bibe rojnamevaneke serbixwe û azad, penaber bûye. Belçîkayê hîna doza wê ya penaberiyê qebûl nekiriye. Lê hîna beriya çendekê zilamên “nenas” çûn devê deriyê dêûbavê wê yên li Silêmaniyê. Ji ber ku Perî li ser xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di Stêrk TV de peyivî, gef li wan xwarin: Bila Perî êdî qise neke!

Azadiya xweîfadekirinê û rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê her diçe bêhtir tê binpêkirin. Hîna nû rojnamevan Qereman Şukrî ji mala wî ya Sîrê a ser bi Dihokê birin û kirin nezaretê. Çekdarên ser bi PDK’ê yên ew girtî jî heqaret li dayika wî kirin. Dikaneke wî ya li Sîrê jî hat talankirin. Ev yek 27’ê Çile qewimî. Lê girtin, qedexekirin, girtina televizyonan, gef xwarin û kuştina rojnamevanan tenê nîne ya ku rojnamevaniya serbixwe zehmet dike. Mesela 23’yê Mijdara bihurî asayîşa Teqteqê tevahiya kamerayên rojnamevanan desteser kirin. Rojnamevan dîmên û wêneyên çalakiyeke ciwanan digirt. Ciwan ji Teqteqê ber bi garê ve diçûn ji bo protestokirina siyaseta PDK’ê ya hevkariya bi dewleta Tirk re. Piştî ku bi rojnamevanan belgeyek hingê dan îmzekirin, ya ku dibêje, me dîmenên çalakiyeke neqanûnû girtin, kamerayên wan dan wan. Lê tevahiya qeydiyên deng, dîmen û wêneyan jê hatibû birin. 

Ji ber êrişan Kurdistan bi cih hişt

Pêrî Tahir li ser rewşa rojnamevaniyê û azadiya xwedîfadekirinê li Başûrê Kurdistanê peyivî. Ew Silêmaniyê bûye û li wir mezin bûye. Wê li wir Zanîngeha Silêmaniyê Beşê Karkeriya Îdarê xwendiye. Lê xewna wê her rojnamevanî bûye: Karkirina di ragihandinê de xewna min a zaroktiyê bû. 

Ji ber wê hê ciwanî ew di Radyoya Zehmetkêşan de kar dike heta ku diçe peymangehê: “Piştî wê jî bi Gorran re ku hingê mixalif bû, min li radyoyan wan weke bêjer kar kir. Lê belê heta hingê jî min di gelek kovar û weşanan de karê nivîsînê jî kir. Piştî ku televizyona NRT TV vedibe, min sala 2011’an weke bêjer û pêşkêşvan dest bi kar kir. Sala 2018’an ji ber êrişên li dijî televizyona NRT û êrişên li dijî ragihandinê, min Kurdistan bi cih hişt.”

Gef li wê û malbata wê xwarin

Mirov çawa ji welatê xwe wisa penaber bibe? Perî Tahir dibêje, ew nikare li Kurdistanê be û beramberî bûyerên diqewimin bêdeng bimîne. Gava bêdeng nemîne jî, dibe armanca êrişan. Li Ewrûpayê bi xwe jî gava ew fikra xwe îfade dike, ji êrişên xilas nabe. Ji ber xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê ên dawiya 2020’an, wê hem li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, hem bi nivîsên ji ajansan re şandî -hinek ji wan hatine weşandin - û hem jî gava bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV’yê ya li ser xwepêşandanan fikra xwe îfade kir. Lê vê yekê bi xwe re zextên li dijî wê zêde kirin. Tevî ku ji Gulana 2018’an ve li Belçîkayê dimîne û doza penaberiyê dike, zilamên “nenas” çûne devê deriyê dê û bavê wê li Silêmaniyê û gef li wan xwarine. Wan ji dê û bavê wê xwestiye ku Perî Tahir êdî “qise neke”, nepeyive. 

Nikare bêdeng be

Gava pirsa tu vegerî ji çi ditirsî dikim, Perî Tahir dibêje, “Li Başûrê Kurdistanê, esas niha ti çapemeniyeke azad yan jî serbixwe nîne. Medya heyî hemû yan hizbî ye, yan jî ew medyaya sîber e, yanî ew medyaya xwe serbixwe nîşan dide lê di bin siya hêzên diyar de ye. Ew medyaya ku dengê xelkê dibihîse jî mirov dikare weke nîvserbixwe bi nav bike. Hejmara wan jî ji tiliyên destekî nabihurin. Ez jî nikarim bi awayekî din kar bikim. Axir li vir li Ewrûpa jî min di medyaya civakî de fikrên xwe li ser gendeliyê, dizî û desthilata heyî ya Başûrê Kurdistanê îfadekirin. Di dema xwepêşandanan de di ragihandina azad de weke di Stêrk TV de min fikrên xwe îfade kirin. Ji ber wê gef li min gelek hatin xwarin. Çend kesên nenas çûn devê deriyê mala dê û bavê min, ji wan re gotin, bila Perî qise meke! Gef li wan xwarin. Ez jî bi rastî ez nikarim beramberî neheqiyên li Kurdistanê bêdeng bim.”
Li gorî wê, rewşa rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê di asta xwe ya herî xirab de ye. Bêdengiya parlamanê beramberî vê rewşa xirab jî kiriye ku êrişên li dijî karê rojnamevanan û girtina wan zêde bibin. Ew ji bo rojnamevaniya hizbî û ya medya sîber jî wiha rexne dike: “Hizbîkirina tevahiya dam û dezgehên dewletê û pê re jî hilweşandina qanûnên ku zelal in ji bo rojnamevanên li herêmê, kiriye ku rola rojnamevanan bibe cûreyek ji çewisandinê. Ji ber wê roj bi roj êrişên li dijî rojnamevanan zêde dibin. Îro tenê li devera Bêhdînan qederê 70 kesî, û hemû jî çalakger û rojnamevan in, ji ber ku hizra xwe anîne ziman, hatine zindanîkirin yan jî aqûbeta wan ne diyar e. Heger li Başûrê Kurdistanê ev miamelekirina deshilatdaran bi rojnamevanan re neguhere, hêviya min nîne ku rewş baştir bibe. Bi ser halan de, ev awayê miamelepêrekirinê xizmeta civaka Kurd jî nake û li derve jî tenê desthilata Başûr reş dike.”

Pirsgirêk azadiya jinê ye

Rojnamevan Perî Tahir dibêje, li Rojhilata Navîn tevahiya “milmilaneyên siyasî û civakî di navbera mêran de bûn“. Bi ya wê, ev yek ji bo civaka Kurd jî lê ye: “Tevî ku di dîroka Başûrê Kurdistanê de jinan gelekî hewl da vê rewşê biguherin jî lê mixabin pirr bi tesîr nebûye. Di karê çapemeniyê de jî rewş her wisa ye. Divê ez mixabin bibêjin rola jinê di medyayê de lawaz e. Derfetên herî kêm di vê biwarê de didin jinê. Ez dikarim bibêjim, medyaya li Kurdistanê nexasim li Başûrê Kurdistanê medyaya mêr e.”
Gava ez bi bîra wê dixim ku weke pêşkêşvan û bêjer jin di dezgehên çapemeniya Başûr de xuya dikin, wê wiha li min vegerand: “Bawer bike, heger ne ji eyba dinyayê bûya, wê weke bêjer jî cih nedana jinê. Ji bo ku dinya bibîne, weke balansekê, jin jî heye, hinekî dîmenê jinê xuya dike. Ez du nimûneyan bibêjim. Par Pawel Talebanî civînek amade kiribû bi nûnerên çapemeniyê re. Ji ewçend dezgehên medyaya Başûr yek jina tenê jî neçûbû. Yên ku li wir pirs kirin, wilam dan, hemû mêr bûn. Sala beriya wê jî Nêçîrvan Barzanî civîneke bi heman rengî kiribû, dîsa yên hazir hemû mêr bûn. Mesele ne ew e ka jinek dikare yan nikare pirseke ku mêrek bike, bike. Dezgehên medyayê yên Başûrê Kurdistanê heta niha weke pêwîst baweriya xwe bi jinê naînin. Pirsgirêka sereke a civaka Kurd çawa azadiya jinê ye, ya medya Kurd jî wisa ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.