Bihêlin bira 'ên ji bo kesan dimirin' jî qal bikin

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 22 Mijdar 2020 - 23:11

Hefteya çûyî, Komîsyona Çand û Hunerê ya HDP´ê bi boneya 15´ê Çiriya Paşînê [Mijdar] "Roja nivîskarên di girtîgehê de ya cîhanê", bernameyek amade kiribû.

Mala wan ava, siheta wan xweş be. Çalakiyeke fewqulade bû.

Bernameya navbirî, ji bo pênc rojan hatibû amadekirin. Ji 15´ê Çiriya Paşîn heya 19´ê Çiriya Paşîn. Min li hemû bernameyên komîsyonê di kanala wê ya YouTubeyê de temaşe kir. Mêvanên bernameyê jî Tirk û Kurdên tirkîaxêv bûn. Tiştên baş û xweş jî digotin. Lê heyf û sed mixabin di bernameyê de ji xeynî çend gotinên "ên bi zimanê zikmakî dinivîsînin", yanî “yên dera han”, hema ji dermanan re jî qet qala nivîskar û helbestvanên bi salan e girtî û berhemên wan xwerû bi Kurdî, nehat kirin. Her wiha komîsyonê beriya bernameyê ji bo danasînê jî hin portreyên nivîskarên girtî amade kiribûn û li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiribûn. Lê portreyên parve kiribûn, tenê yên bi Tirkî dinivîsin, bû.
Ha! Halê dinyayê ye. Belkî hûn bibêjin "Na tu şaş î, tu qebehatan dixî stuyê wan! Ma tu kor î, qey nabînî portreya helbestvan Hemîd Dilbihar jî parve kiribûn."

Na, stexfirila, qebeheta çi halê çi. Qethiyen niyeteke min a werê tine ye. Bi tenê dixwazim bal bikişînim ser hesasnebûnekê. Hesasnebûna ji bo yên bi Kurdî dinivîsin! Dixwazim bal bikişînim ser armanc û hedefa wê ku partiyeke demokratîk û ya gelan e. Hêviya bi milyonan Kurdî û gelên din e. Nexwe, divê bi her awayî ew esasên wekhevî û demokratîkbûyînê yên di tuzûk û rêziknameyê de, esas bigire û tenê ne di kelkelê, di emel de jî pêk bîne.

Îcar piştî ku li qada Twitterê hin hevalan nerazîbûna xwe ragihand, wer xuyaye ji ber fediya dinyayê êvarî portreyeka Hemîd Dilbihar jî hat parvekirin. Bi ser de rojeke din jî li bernameyê hat zêdekirin. Ji bo roja 20´ê Çiriya Paşîn bi moderatoriya Azad Zal bernameyek hat amadekirin. Bernameyeke ku wer xuyabû paşê daxilî nav hesêb bûbû. Mêvanên bernameyê jî Gulgeş Deryaspî, Hemîd Dilbihar, Mehmet Akdoğan û Faysal Özdemir bûn.

Min li vê bernameyê jî sêr kir. Gava min sêr kir, min ji rewş û weziyeta mêvanên hêja yên bernameyê jî û pirsên dihatin kirin û bersivên dihatin dayîn jî tê derxist ku bername hema zûzûka hatiye amadekirin. Her wiha ji bo êmin bibim, min telefonî hevalekî kir yê ku beşdarî bernameyê bûbû. Wî jî got, bername bi awayekî spontane û zûzûka hatiye amadekirin.

Werhasil. Fiqre, ji xeberdana zêde hez nake. Lewma ez ê gotina dawî bi ziber û ziêr bikim:
Qey, ev kesên niha li girtîgehan di warê çandî û edebî de kozika xwe ya berxwedanê radest nakin û diparêzin, û sûnd li canê xwe xistine ku heya gotin hebe dê bibin berdevkê wî dengê ku nasnameya wî nayê hesibandin, ji bîr çûn?

Qey ev kesên ku malûm e, ji hêla nîzama edebî ya derve ve nayên dîtin, ji bîra we jî çûn?

Qey soz û gotinên pala xwe danê, qey berxwedan û şoreşa pê sûnd xwarine, ma qey ên jiyana xwe bi gorî kirin û hîn jî fîda dikin, ji bîr diçin!

Herê! Dibe ku di zindaneke xirxalî, di panoptîkoneke giroverik de bin, ema û lakîn ti carî kozika xwe radest nekirine.

Lewma ji kerema xwe, bihêlin ji niha û pê ve bira hebikekî jî yên "ji bo kesan dimirin", hema kêliyekê jî pêlewan û şervan qal bikin, wekî helbestvan* gotî:

Di dest me de, tizbiya kehrebar a êşê,
Ku di nav tiliyên me de windayî,
Hey şairo!
Te cardin parîparî qal kir
Te cardin nîvco hêlan hin tişt,
Lê te kirtik nehavêtin şivika êşa me

Pa tu bi xudê key, huşşş be!
Bira ji niha pê ve ên şer dikin ji me re qal bikin.

 

* Bi wergera min helbesta “Dövüşen Anlatsın” a Ahmet Telli.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.