Heqê azadbûnê yê Ceylan rehîn girtine

În 26 Nîsan 2024 - 00:49

Fahriye Ceylan ev 32 sal in girtî ye, li gel ku cezayê wê xilas bûye jî û divê were berdan jî Girtîgehên Tirk  bi hinceta ‘’ne poşman  e’’ ev 6 car in heqê berdana wê rehîn girtine.

Dewleta Tirk li bara Kurdan her roj bi nehiqûqiyeke absurd derdikeve holê. Her saziyeke Tirk dema ku mijar Kurd bin li gorî serê xwe, bi kêfî dikarin kêfiyeta xwe weke ku normek be bi kar bînin. 

Xasma jî li girtîgehên di bin hikmê Tirk de ev kêfiyet hê zêdetir e. Fayriye Ceylan li gel ku cezayê wê xilas bûye jî, heqê wê yê azadiyê nadinê û vî heqî rehîn digirin.

Dê û xwîşka Ceylan dibêjin ne ew û ne jî Ceylan ne poşman in, ji ber Kurdbûna wan vê bêhiqûqiyê li wan dikin.

Fayrîye Ceylan (50) sala 1992’an tê destgîrkrin, piştre Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) bi îdîaya ‘’Hilweşandina yekîtî û yekerebûna dewletê’’ cezayê miebetê lê dibire. Li gel ku cezayê Ceylan xilas bûye jî bi hincetên cihê Ceylan nayê berdan. Ceylan a ku ji 18 saliya xwe ve girtiye, di vê pêvajoya girtinê de li Girtîgehên Amed, Êlih, Edenyê ma, ku herî dawî li Girtîgeha Tîpa L’yê ya Alanya tê girtin.

Ceylan divê di çileya 2022’yan de hatibûya berdan. Lê bi hincetên îfadeya wê ‘’ne jidil e’’, ‘’ne poşman e’’, ‘’li gorî rêzikan sporê nake’’ ev 6 car in berdana wê tê taloqkirin.

Berdana Ceylanê, herî dawî li ser rapora Lijneya Çavdêrî û Îdareyê di 11’ê nîsanê de 3 mehên din hate texîkirin. Cara 6’an jî bi eynî hincetan Ceylan nehate berdan.

Ne em ne jî keça min ne poşman in

Dayik Sûltan Ceylan bertek nîşanî astengkirina berdana keça xwe da. Ceylan, da zanîn ku ji ber nexweşiyên xwe nikare biçe hevdîtina keça xwe û wiha got: “Rewşa me ya aboriyê jî nebaş e. Ez nikarim bi wesayîta xisûsî jî biçim. Berê li Êlihê bû, em her hefte diçûn hevdîtina wê.”

Ceylan, diyar kir ku “poşmantî” li keça wê tê ferzkirin û wiha domand: “Ne em poşman in ne jî zarokên me. Em heta mirinê li pişt girtiyên xwe ne. ji bo ku me got ‘em mafê xwe dixwazin, em Kurd in, nasnameya xwe dixwazin’ wiha dikin. Ji bo ku berdana wê taloq bikin li hinceta digerin. Zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ye, dibêjin ‘tu poşman nebî em bernadin’. Li zindanê riziya lê dîsa jî poşman nîne. Mafê wan nîne ku zilmê bikin. Ji ber zilm û zalimtiya wan wiha dikin. Dixwazin her kes bi fermana wan rabe û rûne. Mafê wan nîne ku vê zilmê bikin. Em zilma li zarokên me tê kirin qebûl nakin.”

Ji  ber Kurdbûnê wiha dikin

Xwişka Ceylanê, Selva Fîlîzê jî anî ziman ku bi taloqkirina berdanê tê xwestin ku hem xwişka wê hem jî ew bi xwe bên cezakirin. Fîlîz, bi lêv kir ku ev rewş ji ber Kurdbûnê ye û wiha got: “Ev mirov beleheq li hundir in. Nexweş in. Berdana 3 hevalên xwişka min jî bi sedemên pûç û vala hate astengkirin.” Fîlîz xwest ku ev mexdûriyet ji holê bê rakirin û xwişka wê bê berdan.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.