Peyvkarê mezin Arjen deh payiz li dû xwe hiştin 

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 04:12

Arjen Arî. Peyvkarê Kurmanciya reş. Li dû xwe deh payizên qerase, payizên ku ew bi peyvkariya xwe bûbû berdevkê wê hiştin û çû. Çû… lê dengê peyva xwe hişt û çû. Peyveke bi can û cendeka xwe, bi mijar, teşe û têmaya xwe, Kurd û Kurdistan jê difûre. Peyveke li dijî dagirî, bişavtin û talankeriyê sîleyeke tundraw. Ji lew, li gorî peyva wî dagirî segekî har û gurekî birçî yê xedar e. Fenanî xenzîr ji xemaliyê dimête, ta vediguherîne postekî ziwa, xwenenas û dera han.

Kîjan helbestvan bû nizanim, lê digot, her helbestvan sûcdarê serdema xwe ye. Bê guman peyvkarê bîrbir û xemxurê neteweya xwe Arjen Arî jî yek ji wan sûcdaran e. Hem jî sûcdarekî qerase, sûcdarekî "diviyabû" li golgotayan bihata çarmixkirin, li sehrayan bihata ricimkirin, li sêpêyan bihata xistin, wekî kalikên xwe Seîd, Rizo, Qadî… 

Ji lew, di rojên don î qetranî de, di rojên herî hêvîkuj de peyvkarê welatê dastanhelbestên jibîrbûyî ye. Ji warê şerê mêrxasiyê yê Girgamêş û Enkîdoyî ye, li xarên xwe yî windayî digere. Bi xizmet û hishisîna xwe suxrekerekî Kurdistanî ye. Peyv, stranniviştên Zerdeşt in, li ser zimanê wî. Ji lew, "zarokên Zerdeşt, xwe nadin dest."

Çirûskek e ji çakûçê Kawa. Radipelike Herekol. Ji lew "Herekol e, tim li jor e, serî natewîne li ber riman tu carî, bi ar-adaran rohnî, diparêze bi mertalên Medî." Gabar, Sîpan, Şîmal, Agirî, Bêxêr, Hemrîn, Tûjik e… lê taliyê Cûdî ye jî. Ji lew "star e, paxil e, al e, nabe keleh, nakeve destên zaliman". Pal e "ji şervanên azadiyê re…"

Li gel pênc binçavkirinan, li gel gulebaranên li sikakên Nisêbînê, li gel birîna çar guleyên wekî çar sînoran xedar, naşikê. Ji lew derwêşê peyva berxwedêr e; "zor dişikê, terr ditewe, netewiyan gel natewe, di dawiya vî şerî de zindiyek dimîne, ew jî ev netewe…" 

Li qadên cengan tawîzê nade ji şerûdan. Ji lew, "mirinê serê xwe diçimand li ber mirina wan" û navekî li zaroyên xwe dike; "Rizo, Kalo, Berzencî, Qadî, Simko, Barzanî, Mazlûm, Gabar, Mûnzir". Ji lew "yek dimire sed tolê hiltînin."

Bindestî ji bo wî mirin e. "Bê Xweda dikare bike, lê bê ax û al, na!" Divê barê jiyanê bê hilgirtin, ji lew diniquçîne, hooo… "navê te Azad be, tu bi xwe çima bindest î, navê birayê te Welat be çima tu bê welat î." Divê şivan karibe pezê xwe berde geliyan û "karibe navê berxa xwe deyne Şengilo." Ji lewma talankeriya aqinciyan bi bîr dixe, "ar girtiye qurm, û li dorê dileyîze, çi kiribû, çi bû gunehê dara berû?"

Peyva wî peyv e, ji dijminahiya dijmin lavayiyê nake. Lê ya navxweyî tîr e li kezeba hêmaya wî. Heta birîna tîrê necebire, dê hez li welatê wî nehesile; "hooo biraaa! vê xwînê qene tu nerijîne, heyra!" 

Ew qas jî henûn û nefsbiçûk e peyva wî. Şaşiyên dîrokî qebûl dike, qedrê hevrêtî û cînartiyê qenc dizane. Doza lêborînê dike; "kê da, kê kir ew fermana gewende?… û em kurdên misilman bûn, kirîvantî li nik me nan bû, bide xatirê xizaniyê, kirîvo em nezan bûn!"

Azadîxwaz e, qethiyen qebûl nake bindestiyê. "Hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin! biçin; berî kuç û kevir di we de werbin, biçin; berî ku dayikên kitanspî tû bikin ser çavên we, û hê ku agir vêneketiye ji êgir: hema niha, vê kêlîkê, ji vir, rahijin teşkên xwe… û biqeşitin, efendîno!’…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.