- Wekî helbestvan dibêje, "Bi pilingê pêşî re şiyar dibe/Têhn vedide li lûlan ji teqînê/Stran dikevin pêlên 'wî yê' xuşînê…"
Hin tişt hene, qayde û pîvanên hatine danîn, li bin guhê erdê dixin. Hin kes hene bi helwêsta xwe li ber her tişta ferzkirî radibin, xwe didin ber her êş û azara ji bo ya azad.
Mesela, Hozan Serhed.
Wekî helbestvan dibêje, "Bi pilingê pêşî re şiyar dibe/Têhn vedide li lûlan ji teqînê/Stran dikevin pêlên 'wî yê' xuşînê…"
Wexta ku guh li wî dengê wî yê çiyayî yê ku bi stranan dikevin nav pêlên xuşînê dikim, ew dengê wî yê ne li stûdyoyan, lê li şikeftan jixweber hatiye paqijkirin û parzinandin, xwe di atmosfereke nehênî de dibînim. Dikim nakim, nikarim navekî lê bikim. Tew, ger dikarim bibêjim ku ew kuxîna li pey muzîka wî diçe û hevrêtiyê pê re dike, bi min ji dengê gelek orkestra û senfoniyên bipergal pirr balkêştir e. Xwe li min dilefîne, li hafa dil…
Lê nizanim bê çi di wê kuxînê de heye?
Maxwene, ew kuxîn, tilsimekê, sêhrekê li wê muzîkê û wî dengî bar dike?
Maxwene, ew kuxîn, sewta min e?
Maxwene, ew kuxîn awaza vê axa ku nasnameya wê jê hatiye dizîn bixwe ye?
Maxwene, bi sirûştê re dibe yek, qayde û pîvanên ku bi destê hinan hatine danîn difelişîne?
Ma tu dibêjî, ji ber vê ye…
Nizanim. Lê tişta dizanim:
"Me, lome nekir ji wan."
Ti carî.
"Na, na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland.
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê heyran!"
Ka bistrê, bila her olan bide ew sewta bêhempa…
* Risteyên di nava neynûkê de yên helbesta "ev çiya rûspî ne" ya Arjen Arî ne. Ji bo nivîsê, hin deverên helbestê hatine guherandin.
parvê bike
Nivîsên Rêdûr DÎJLE
Metnên ewilî yên Kirmanckî
19 kanûnê
Ji hundir ber bi derve hikmê pênûsê
28 teşrînê
Keremê Anqosî: Xwedanê şuxlên bêhevta
14 teşrînê
Sermiyanê Apê Mûsa
18 îlonê
Hey lawik!
5 îlonê
Hela tu li vê tesadufê!
7 tebaxê