Hey lawik!

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 5 Îlon 2022 - 03:35

  •  “Turkîtopya” tenê ne kuştinê, çav berdaye mafê definkirin û şîngirtinê jî û xistiye serê xwe ku te birizîne û wekî eşyayekî jirêzê geh di qutiyan de rê bike geh jî di kîsikan de orta dilê te dax bike.

Di civakên ketine ber pêlên mêtingeriyê de, “êş” belkî jî ji bo xwegihandina armancê yek ji wan rênimayên sereke ye, li dijî vê mêtingeriyê. Madem qewimiye, nexwe divê bi awayê herî xurt bê parastin ji hemû destwerdanan. Yan na dê xwegihandina armancê gav bi gav pûç bibe. 

Ji lew re, mirov bi saya wan bêtir têdigihîje û his dike ka ji ku derê ye, ji kîjan axê ye. Û bi saya vê axê jî hêz û quwetê ji reng û dengê xwe, ji dîrok û çanda xwe û ji nirxên xwe yên herî manewî digire. Heger ev têgihiştin û his pûç bibe, çendî daxbar be jî, “em ê bibêjin, mixabin” dê bi navê “xwemalî”yê tiştek nemîne. 

Ev “Turkîtopya” ya li ser esasên “Nazîtopya” ya Fuhrerî, tam jî çav berdaye vî tiştî. Tenê ne kuştinê, çav berdaye mafê definkirin û şîngirtinê jî û xistiye serê xwe ku te birizîne û wekî eşyayekî jirêzê geh di qutiyan de rê bike geh jî di kîsikan de orta dilê te dax bide. 

“Turkîtopya”, eynî wekî qijnikekê, xafil digire bedenê. Hêdî hêdî û parî bi parî ditevizîne. Bi dû re dimête xwînê, ta ku te ji ruh û can dike. Axiriya vê jî “bêqîmetkirin” e û axiriya “bêqîmetkirinê” jî “bêxisletî” ye û bêxisletî jî ji mirinê wêdetir e.

***

Ji bo bîranîna Hakan Arslan;

Hey lawik! Li her benderê ê çav, li wan çavên te yên behrî bigerin,

 

Hey lawik!

Gidî gidî hay ji xwe hebî

Li wî cîwarê xap û xapînokan.

Belkî neevîndarê wan çavên te yên behrî,

Di çaxê evînbaziya te de,

Bi baqên gulê gonceyî te bikin şirîkê nefsa kotî,

Tu zanibî niha “dinya mirarek e, xwestokên wê kûçik in.”

 

Hey lawik!

Tu hîn gonce yî di bendika dil de,

Bila bi xembarî mêze nekin çavên te,

Lîlan lîlan tu yê bibî serîhildan…

 

* "Turkîtopya" û “nazîtopya” ji “Sömürgeciliğin Psikopatolojisi” ya Ramazan Çeper hatine girtin.

** Ên helbestkî, qismeke ji helbesta min a “Hey Lawik” in. 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.