Keremê Anqosî: Xwedanê şuxlên bêhevta 

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 14 Mijdar 2022 - 04:21

Di diyalekta şanoya epîk a Bertolt Brechtî de, di berbiçavkirina têkiliyên civakî de, gestûsa civakî yek ji wan tevgerînên sereke ye. Di şanoya epîk de diyardeya herî sereke lihevbandorkirina karakteran e. Di têkiliyên civakî de jî, ev têkiliya sereke tewra wan î li hemberî hev berbiçav dike û ev tevgerên sereke gestûsê pêk tînin. Gestûs; tewr û tevgera kesekî/ê ya li hemberî kesên din nîşan dide. Li gorî Brechtî, her gestûs, wesfekî civakî li xwe nahewîne; parastina li dijî mêşekê ji gestûsa civakî dûr e. Lê (xwe)parastina li dijî kûçikekî (faşîzmê), wesfa gestûsa civakî dihewîne. Çimkî gestûsa civakî, di warê bûyerên civakî de xwe digihîne hikmên gestûsî.

Ligel vê, gestûsa faşîzmê jî heye. Dema mirov wekî hişmetekê esas bigire, gestûseke wekî qalikên gûzan pûç dertê pêşberî mirov. Lewra, di vê gestûsê de meşa mirovên normal tineye, rep repa lingên kesên faşîst heye, ev reprep li ser mirinê xwe pêk tîne, eynî wekî roja îroyîn. Li vir Bertold Brecht destnîşan dike ku hunermend li dijî diyardeya ‘hişmetî’ mecbûr e tewrê xwe nîşan bide, divê hunermend destûrê nede tenê ew reprep biaxive û li gora dilê xwe her tiştî pêk bîne. Lew, çawa ku gestûs di warê çêkirina awaz û newayê de alîkariya hunermend yan jî muzîkjen dike, divê awazdanêr jî hay ji rêgeza gestûsê hebe û di berdewamiya çalakiya xwe yîa muzîkî de tewrekî polîtîk bide der. Çimkî, hunermend mecbûr e gestûsa civakî bike mijara afirîneriya xwe.

Yek ji wan hunermend û hozanên di kirinên xwe hemûyan de xwedî helwêsteke polîtîk bû û gestûsa civakî kiriye mijara xwe, Keremê Anqosî ye. Newa û stranên wî bi mijar û tempoya xwe epîkbûyîneke rêberiyî dihewînin. Eynî wekî strana wî “Lêxin Birano Lêxin”, ku piraniya civaka Kurdî, wê bi koroya neteweyî Koma Berxwedan dizane. 

Keremê Anqosî, yê bi bîrbiriya gestûseke civakî, li dijî hemû binpêkirinên gestûsa faşîzma sedan salî tevgeriya û bi dehan berhemên gestûsî û epîk ên wekî “Lêxin Birano Lêxin” li kelepûra Kurdî ya berxwedêriyê zêde kirin û bi awaza xwe qîriya ‘rabe Kurdo mertalê me yek bûye, rêya azayiyê pêşmergetî ye’ kurê dengbêj Zaharê Emoyê Anqosî ye.

Di destpêka sedsala 20’an, nexasim jî di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji Bakurê Kurdistanê gelek Kurd hatin nefîkirin û berê xwe dan welatên Qefqasyayê; Gurcistan, Ermenistan, Azerbaycan, Qazaxistan... Ev Kurdên ku hatin nefîkirin, ji bo berdewamiya hebûna xwe, mecbûr bûn ku li gorî toreyên xwe bijîn. Gelek ji wan bêwestan û minet ketin nav liv û tevgerên hebûniyê. Yek ji van navan jî Keremê Anqosî ye. Hema bêje temenê xwe hemû di oxira hebûna civaka xwe de feda kiriye û li ser esasên gestûseke civakî tevgeriya ye.

Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî dibêje, ‘Merî nikare cegera xwe, dilê xwe xwe ra kar ke û bera dinyalîgê bide. Dilê me yek e, demarê xûna me ji hemû dera tê digihîje dilekî. Ew dil ziyaret e, ew dil Kurdistan e’. Ew di 10’ê Cotmeha 1937’an de li Tiflîsa Gurcistanê hatiye dinê. Dê û bavê wî xelkên Tûrkê, gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiya ne. Anqosî, sala 1956’an li Tiflîsê dibistana seretayî, navîn û lîseyê bi awayekî serketî, bi nota 5’an kuta dike û ji ber vê madalyaya zêrîn werdigire. Ji ber vê zîrekiya xwe bala mamosteyên xwe hemûyan dikêşe ser xwe û ji bo serpêhatiya xwe ya xwendinê dibêje: 

“Min pir hej ji xwendinê dikir. Yan ketibûme derdê wê yekê; kal bavê min, mezinê min, dê û bavê min, pismamê me, xizmê me hemû nexwendî bûn. Bi zimanê dewletê nizanibûn û ji ber vê nikaribûn bi hikûmetê re danûstendina xwe bikirana. Min jî got, gerekê bixwînim, zimanê dewletê jî hîn bibim û pêşkevim jî. Bila navê me jî derkeve, navê miletê me û hayê milet jî jê hebe.”

Di dema lîseyê de matematîk, fîzîk, kîmya bala wî dikşînin, li ser wan hûr dibe û dixwaze beşa fîzîkê bixwîne. Piştî lîseyê kuta dike, axirê li Zanîngeha Dewletê ya Tiflîsê li Fakulteya Fîzîkê bi cih dibe. Piştî salekê dixwaze biçe Moskovê, li Zanîngeha Lomolosayê ya herî mezin beşa fîzîkê bidomîne. Ji bo vê daxwaza xwe miracaetî vê zanîngehê dike û lê bi cih dibe. Lê ji bo biçe Moskovê, divê destûrê ji dê û bavê xwe bixwaze. Lê bavê wî û pîr û şêxên wan nahêlin. 

Ligel vê eşqa wî ya ji bo xwendinê, tiştekî din jî heye ku tim û tim wî dikeritîne; civaka wî, civaka Kurdî ye. Li Gurcistanê ji folklorê heta muzîkê, ji wêjeyê heta şanoyê, ji radyoyê heta rojnameyê di her warî de suxrekarê civaka xwe ye û ji bo Kurdên Gurcistanê û gelê Gurc yek ji wan navên giranbuha ye. Anqosî li Gurcistanê yek ji daner û edîtorê sereke yê Radyoya Kurdî ye. Ji 1978’an heta 2004’an li Radyoya Gurcistanê di beşa Kurdî de dixebite. Piştî ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo 3 salan weşana radyoyê tê rawestandin, sala 2007’an bi navê Radyoya Ronkaî careke din karê xwe yê radyoyê dike.

Ligel karê radyoyê Anqosî, li Gurcistanê hema bêje di her saziyê de derdikeve pêşberî mirov. Di sazî û dezgeha Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Parlamenterên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênekêşên Kurd, Zankoya Gelêrî Ji bo Niştecihên Kurd a Êzidiyên Kurdistanê dixebite. Navenda Dînê Êzdiyan ava dike, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye. Anqosî li Komara Gurcistanê gelek caran ji bo komîsyon û saziyên Dadgeha Bilind a Gurcistanê, Endamê Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, Endamê Heyeta Presîdîûmên Civaka Tiflîsê hatiye hilbijartin. 

Li nav Kurdên Gurcistanê di warê ziman, wêje, folklor, dîrok, etnografya û wekî din de wekî kesekî zana û pispor tê zanîn. Lew, dema li Gurcistanê behsa çand û kelepûra Kurdî tê kirin, pêşî navê Anqosî tê bilêvkirin. Xwediyê gelek berhemên çandî, dîrok, wêje û lêkolînî ye. Her wiha Anqosî, endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye û sala 1999’an li Tîflisa Gurcistanê bi navê Gilavêj yekem rojnameya Kurdî derdixe.

Anqosî, ligel lêkolînerî, nivîskarî, weşangeriya xwe hunermend û muzîkjenekî çak e jî. Yek ji avakarên koma rocka Kurdî ya ewil e. Anqosî û çend hevalên xwe yên mîna Keremê Gerdenzerî sala 1975’an yekem koma rockê “Koma Dîlan” ava dikin. Ev kom du salan didome û piştî demekê belav dibe. Piştî Koma Dîlan belav dibe, Keremê Gerdenzerî û çend kesên din Koma Weten ava dikin. Her wiha Anqosî avakarê komên govend, muzîk û folklorîk ên wek Govenda Kurdî, Reqasên Gelêrî, Hoy Narê, Koma Zarokan a Stran û Govendê wekî din e. Di gelek şahî û civatên çand û hunerî de wek organîzasyon tevgeriya ye û pêşkeşvaniya wan kiriye. 

Anqosî, xwedî gelek berhemên wêje, lêkolîn, folklorîk û dîrokî ye. Ji berhemên wî hin jê ev in: “Alîfba Bona Zimanê Kurdî (Kurdî-Gurcî, Kurdî-Rûsî), Êl û Berekêd Kurdêd Êzîdî, Ji Xezîna Ulmê Şixadî, Kurdish Folklore, Pirsêd Kurdnasiyê, Welato, Qewlê Heqîqetê û hwd. Gelek berhemên wî bi zimanên Gurcî, Ermenkî, Rûsî hatine wergerandin û her wiha wî jî gelek berhemên Ermenkî, Gurcî, Rûsî wergerandine Kurdî.

Hunermend û hozanê di kirinên xwe hemûyan de, bi helwêsteke polîtîk û gestûsa civakî tev digeriya û bi newa û stranên xwe, bi mijar û tempoya xwe epîkbûyîneke rêberitî di xwe de dihewand, di 1’ê Cotmeha 2019’an de li keviyên stêrka Quruxê li esmanên Kurdistanê di nav bêdengiyekê de xuricî çû…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.