Di çarçoveya rêzeçalakiyên “Şevçirayên Rojavayê” ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dar dixe de semînerek bi sernavê “Doza Kurdî di projeya neteweya demokratîk de” hat dayîn. Semîner ji aliyê lêkolîner û endamê HRRK`ê Welîd Çolî ve hat dayîn.
Semîner li navenda HRRKˊê ya Qamişloyê bi beşdariya gelek rewşenbîr û wêjevanan hat dayîn. Welîd Çolî di semînerê de rêgez û bingehên neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirin, şirove kirin.
Dûre beşdaran li ser mijarê nîqaş kir û girîngî da projeya neteweya demokratîk di çareserkirina pirsgirêka Kurd de.
ANHA/QAMIŞLO