‘Kurdistan’ê rêûresmek ava kir

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 22 Nîsan 2021 - 04:13

  • Diyar e, nihêrînên Hacî Qadirê Koyî bandor li Mîqdad Mîdhet Bedirxan jî kiriye û vê bandorê ew ber bi çapkirina rojnameya Kurdistanê ve biriye.

ARDÎN DÎREN

Hejmara yekê ya Rojnameya Kurdistanê, di 22’ê Nîsana 1898’an de, li peytexta Misrê Qahîreyê derçû. Mîqdad Mîdhet Bedirxan ew hejmar û 4 hejmarên din amade kirin û weşandin. Rojnameya Kurdistanê beriya bi 123 salan, li sirgûniyê armanca xwe wiha diyarkiribû, “Rojnameyek Kurdî ye ku niha ji panzdeh rojan carekî tête weşandin bo Kurdan hişyar bike û wan teşwîqê hînkirina pîşeyan bike.”

Destpêka rojnameya Kurdistanê di heman demê de wek xebateke rewşenbîrî tê nirxandin û ev destpêka rojnamevanî û çapemeniya Kurdî jî tê qebûl kirin. Ev rojname yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî ye; xwedî û weşangerê wê jî yekem rojnamevanê Kurdî ye. Ji ber vê taybetmendiya rojnameyê, hêj di wê demê de him bala rayedarên Osmanî, him jî bala xwendevanên Kurdî kişandiye ser xwe. 

Kurdistan li sirgûniyê çap dibe

Di dema ku Rojnameya Kurdistanê der ketî de, hemû cihan di bin bandora ramanên nû de ye. Li welatên wek Kurdistanê ku bi pirranî di bin desthilatdarîya Dewleta Osmanî de bûn, hêdî hêdî hestên neteweperwer û welatperwerîyê bi pêş dikevin. Berî ku rojnameya Kurdistanê derkeve, di sedsala 19’an de, Împaratoriya Osmanî bi çend awayan dixwest ku pêşiya neteweyên doza mafê neteweyî dikirin, bigire. Piştî şikandina Bedirxaniyan a sala 1847’an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûn dike, û ev serpêhatiya sirgûnê jî li Stenbol, Girît, Şam û Qahîrê xwedî çend qonax bû. 

Mîqdad Mîdhet Bedirxan, sala 1858’an, li girava Girîtê ji dayik bûye. Salên destpêka zaroktiya xwe li vê giravê dimîne. Dema malbata wî bi efûya Siltan Evdilhemîdê Duyem li Stenbolê bi cih dibe, di Mekteb-î Riştiye-î Eskeriye û Mekteb-î Siltaniye de dixwîne.

Bandora H. Qadirê Koyî
Tê zanîn ku rola mamoste û zanyarê kurd Hacî Qadirê Koyî di derxistina rojnameya Kurdistanê de heye. Hacî Qadirê Koyî yê di gelek çavkanîyan de wek mamosteyê zarokên malbata Bedirxaniyan yên wek Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan û yên din tê nîşandan. Koyî hingê li ser girîngiya rojnameyan rawestiyaye. Wî her tim pesnê zanîn û xwendinê daye û berê wan daye xwendinê. Diyar e, nihêrînên Koyî bandor li Mîdhet Bedirxan jî kiriye û vê bandorê ew ber bi çapkirina rojnameya Kurdistanê ve biriye. Mixabin Koyî beriya rojname derkeve bi salekê wefat dike û ew rojnameyê nabîne.

Di hejmara sêyem a Kurdistanê de, gelek pesnê Koyî tê dayîn. Helbesta Koyî ya ku pesnê rojnameyan û romanê dide tê weşandin. Wiha dibêje Koyî;
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çi meqsed e zanînî baw e

Ez ê qala qenciya zanyariyê bikim

Di hejmara yekem de, Mîdhet Bedirxan berî ku bi kurtî armanca rojnameyê binivîse, dibêje, li dinyayê çiqas Misilman hene di hemû gund û bajarên wan de, dibistan û rojname hene ku li dinyayê çi bibe di rojnameyên wan de tê nivîsîn. Piştî vê hinek pesnê Kurdan dide û dibêje, mixabin heta niha ti rojnameyeke Kurdan tine ye, ji ber vê, “ez ê rojnameyekê bi navê Kurdistanê biweşînim”. Mîdhet Bedirxan sedema weşandina rojnameyê wiha tîne ziman; “Mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî Kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”

Mem û Zîn û Şerefname têne weşandin

Heta vê serdemê hemû nivîsên Kurdî, çi helbest çi pexşan bi destxetan dihatin amadekirin. Wek mînak cara pêşîn beş bi beş Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî têne weşandin. Bi rêya rojnameya Kurdistanê pexşanên çapkirî yên dîrok û edebiyata Kurdî digihîjin ber destê Kurdan. 

Mîdhet Bedirxan di hejmara 4’an a Kurdistanê de wiha bang li gelê Kurd dike; “Gelî Mîr û Axano, Kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bielîmînin ilm û marîfeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûr in. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.”

Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve tê girtin

Piştî zexta Osmaniyan li ser Misrê, rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domand. Hejmarên 1’ê ta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an ta 9’an li bajarê Cenewre yê Swîsreyê, ji ya 20’an ta 23’yan dîsa li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkistona Başûrê Ingilîstanê û ji hejmarên 30 û 31’ê jî dîsa li Cenewreyê hatine weşandin. 

Piştî Mîdhed Bedirxan, Evdirehman Bedirxan xwe da ber barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Pênc hejmarên ku Mîdhet Bedirxan diweşîne, ji bilî du daxwaznameyên ku di hejmarên 4 û 5’an de ne, hemû bi zimanê Kurdî ne. Ji hejmara 6’an heta 31’an, 26 hejmar ji aliyê Evdirehman Bedirxan ve hatine amadekirin û weşandin. Ev hejmarên ku Evdirehman Bedirxan weşandîne, bêhtir bi mijarên sîyasî yên serdemê re elaqedar in. Di 13’ê Nîsana 1909‘an rojnameya “Kurdistan” ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.

Kurdistan bû nimûneyeke baş

Rojnameya Kurdistanê destpêkeke girîng û bi wate bû ji bo rojnamevaniya Kurd. Rojnameya Kurdistanê rê li ber çapemenî û kovargeriya Kurd vekir û ji nifşên nû re bû nimûneyeke baş. Piştî rojnameya Kurdistanê li Stenbolê kovarên bi navê Hetawî Kurd û Rojî Kurd çap bûn. Di sala 1932’an de ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve kovara Hewarê hat çapkirin. Di sala 1942’an de kovara Ronahiyê li Şamê derket. Di salên 1943’an de li Beyrûdê Roja Nû hat çapkirin û vê rêûresmê dewam kir. Her wiha li Silêmaniyê rojnameya Jiyan, li Bexdayê kovara Gelawêj, li Êrîvanê jî Rya Teze derket û roj bi roj çapemeniye Kurd xwe bi pêş xist û geştir bû.

Çavkanî

Analîza Naveroka Rojnameya Kurdistanê-Teza Ahmet Kan
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan-Gotar-Konê Reş
Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan-Felat Dilgeş-Weşanên Nûbihar
Hejmarên Rojnameya Kurdistanê 1-2-3

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.