Pêdivî bi ‘platforma rexnevaniyê’ heye

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Gulan 2024 - 00:10

Di roja 5ˊan a Hefteya Wêjeyê de ji bo pêşxistin û geşkirina qada rexneya wêjeyî beşdaran pêşinyar kir ku platformek ji bo rexnevan were avakirin. Beşdaran got: "Ew ê rê li ber lawaziyên naveroka berheman bigire."

Rêzeçalakiyên Hefteya Wêjeyê di roja xwe ya 5ˊan de li Otêla Êndîwar a bajarê Dêrikê bi beşdarbûna rewşenbîr, wêjevan, helbestvan û nivîskarên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Bi sernavê “Nebûna Rexneyan û Bandora Wê li Jiyana Çandî û Wêjeyî” semînerek ji aliyê lêkolîner Riyad Xelef ve hat dayîn.

Riyad Xelef diyar kir ku rexneya wêjeyê li herêmê tê dîtin, lê ne bi kûrahiya xwe ya heqîqî ye û got: "Wezîfeya rexnevanên heqîqî şoreşgertî ye. Divê rexnevan xwedî hişmendiyeke baş be. Ji ber ji rexnevan re başbûna zimanê nivîskar, naskirina fikra nivîskar pêwîst in. Nayê qebûlkirin ku rexnevan tiştekî rexne bike, bêyî ku sedem û bandorên wan tiştan bîne ziman."

Rexneyê dûrî çanda civakan dibînin

Riyad Xelef behsa sedemên li pêş rexnevaniyê dibin asteng kir û got: "Ji sedemên li pêş rexnevaniyê dibin ew in ku lawazbûna ragihandina rojeva weşanên nivîskaran, kêbmbûna navbeynkariya di navbera rexnevan û nivîskar de, têkiliyên kesayetî yên di navbera wan de. Rexnevanên heyî tenê dibêjin di berhemê de kûrbûyîn tine ye. Qalibên kevin û dûrî rasteqîna heyî esas digirin û fikra rexneyê dûrî çanda civakan dibînin. Ji ber rexneya her çand û civakekê ji hev cuda ye. Rexneya wêjeyî bûye kareke bê berdêl û bê pere. Ev yek jî e dibe sedema windabûna rexneya wêjeyê. "

Riyad Xelef destnîşan kir ku nebûna rexneya wêjeyê di nava qada wêjeyê de tevliheviyê zêdetir dike û wiha got: “Hemû berhem, qalib û naveroka wan dişibin hev. Ev xeteriya nebûna rexneya wêjeyê dide der. Em rastî rewşa nebûna rexnevanan tên. Dê nasnameya çandî û wêjevanî bi vî awayî têk biçe.” Lêkolîner Riyad Xelef pêşinyar kir ku divê ji bo pêşxistina rexneya wêjeyê piştgiriya saziyên ragihandinê, wêjeyî û çandî bê kirin û di navbera rexnevan û nivîskar de têkilî werin başkirin.

Rewşa siyasî jî tesîrê li rexneyê kiriye

Beşderan li ser mijara panelê nîqaş kirin û dan zanîn ku bi awayeke giştî rewşa siyasî jî bandoreke neyênî li rexneya wêjeyê kiriye.  Beşdaran got rexnevanê akademîk li herêmê kêm in û ev bandorê li berhemên heyî dike. Divê platform an saziyek taybet bo rexnevanan bê vekirin. Ji ber ku di îroyîn de nihêrînên li ser ragihandin û medyayên dijîtal zêdetir derdikevin.

Piştre ji hêla helbestvanên bi navên Luqman Ebdurehman, Hozanê Girkundê, Mehmûd Ebdo û Feyroz Reşik ve helbest hatin xwendin. Hefteya Wêjeyê her sal ji milê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê lidarxistin, tê de mijarên têkildarî wêjeyê tên warê nîqaşê. Hefteya Wêjeyê ewê bi encamnameyekê were bi dawîkirin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.