Rewşenbîrekî Kurd: Hisên Huznî Mukuryanî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Tîrmeh 2023 - 04:33

Beriya sed salan rewşenbîrê Kurd Hisên Huznî Mukuryanî durî berjewendiyên takekesî, tenê di xema nivîsîn, çapemenî û weşangeriya Kurdî de, li gel Helbestvanê Kurd Pîremêrd, li Rewanduzê dest bi weşandina rojname û nivîsên Kurdî dike.

Di sala 1925’an de nivîskar, rojnamevan û dîroknasê Kurd Hisên Huznî Mukuryanî ji Rojhilatê Kurdistanê li ser pişta hêstirê yekem car çapxane tîne bajaroka Rewanduz a ser bi îdareya Soran, bi cih dike. Navê çapxaneya xwe jî dike ‘Çapxaneya Zarê Kurmancî’ Piştî salek jî kovara ‘Zarî Kurmancî’ derdixe.

Mukuryanî navekî diyar yê cîhana nivîs, wêje û dîroka gelê Kurd e. 17 salan li Rewanduzê jiyaye. Heta niha jî bandora wî li ser wêje, huner û rewşenbiriya li deverê maye. Bi hatina Mukuryanî li deverê re serdemek nû ya rewşenbîriyê dest pê kir. Wêjeya şer û leşkerî guherî ya wêjeya nivîsîn, huner, şano, pirtûk û xwendinê.

 

Projeya ‘Mala Mukuriyanî’ neçû serî

Di beramberî xizmeta ku vî dîroknasê Kurd ji bo bajarê Rewanduzê kirî de, Hikûmeta Herêmê di sala 2013’an de biryar da malek bi navê ‘Mala Mukuryanî’ li cihê niştecihbûna Mukuryanî ya li Rewanduzê ava bike. Lê deh sal borîn ne proje hatiye çekirin ne jî berê bingehîn ê projeyê maye!

‘Zarî Kurmancî’ 244 hejmar tê çapkirin

Mamostayê Beşa Kurdî li Zanîngeha Soran Helmet Bayiz derbarê bandora wêjeya Mukuryanî ya li ser bajarokê Rewanduzê axivî û got: “Rewanduz û Hisên Huznî Mukuryanî ji hev nayên qutkirin. Ji ber ku bi hatina Mukuryanî ya Rewanduzê re, serdema pirtûk, rewşenbîrî, şano û hunerê dest pê kir û ji berê zêdetir bipêş ket. Salek piştî bicihbûna Mukuryanî ya li Rewanduzê, kovara Zarî Kurmancî derket û 244 hejmar jê hatin çapkirin. Piştî wê jî pirtûkxaneya Kurdî li ser destê wî pêşket û hunera şanoyê jî serîhilda.”

Rojname û kovar dişand gundan

Helmet Bayiz destnîşan kir ku bandora Mukuryanî li ser perwerde û hişyariya civakê zêde bû û got: “Ji bo mînak, carek kesek xelkê gundê Gerewan tê Rewanduzê û hinek tirî ji Mukuryanî re tîne. Dema ew kes vedigere, Mukuryanî hinek kovar û rojname dide wî û jê daxwaz dike wan bibe li gund belav bike, da ku xelkê gund bixwînin û hay ji dinyayê hebin. 

Mirov şerm dike rojnamevaniya niha ya Kurdî li gel yên wê demê bîne berhev. Yên niha ne xema netewî, ne hişyariya civakê ne jî mirovahî têde nabînim. Silav û hurmet ji dîroknas û rojnamegerên Kurd yên binemala Bedirxanî û Hisên Huznî Mukuryanî re.”

 

Hisên Huznî Mukuriyanî kî ye?

Hisên Huznî Mukuryanî di sala 1890’an de li bajarê Mihabad yê Rojhilatê Kurdistanê li taxa Hacî Hesenan ji dayîk bûye. Li Hucre û Tekyeya Xaneqan dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye.  Di temenê 21 salî de koçber dibe û li gelek welatên wek Rusya, Efxanistan, Suriye, Lubnan, Misir Hîcaz û Fransa geriyaye.

Mukuryanî li hemû Kurdistanê geriyaye û di sala 1915’an de li Helebê çapxaneyek piçûk ava kiriye. Di sala 1925’an de hatiye Rewanduzê û Çapxaneya Zarî Kurmancî vekiriye. Di sala 1926’an de Kovara Zarî Kurmancî derxistiye û heta sala 1943’yan li Rewanduzê maye. Piştre di 20’ê Îlona 1947’an de li Bexdayê koça dawî dike û li bajarê Hewlêrê wî dispêrin axê.

ROJNEWS/REWANDUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.