Bavê Zargotina Kurdî:Heciyê Cindî

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Nîsan 2021 - 06:02

  • Heciyê Cindî: Û niha, şikir ji te re Xwedê, ez di nava cimaeta xwe de bûm. Min zimanê dê zehf zû anî bîr. Min bi zimanê xwe xeber dida, bi zimanê dê ders didane zarokên me. Ew şabûneke mezin bû bo min.

ARDÎN DÎREN

 

Folklornas û fîlolog Heciyê Cindî beriya here rehmetê û koça xwe ya dawî bike, di 25’ê Nîsana 1990’î de li Yerêvanê wesiyeta xwe wiha nivisîbû; “Cimeta min e hezkirî, ez deyndarê zimanê te, efrandin û zargotina te bûme û bi helaliya şîrê diya xwe ji te re xebitîme, wekî deynê te li ser min nemîne. Gelo min ev deyn çiqas vegerandiye, ew jî bila xwedê bizanibe. Zehf ji te razî me...Xebatên xwe û pê re jî navê xwe ji te re dihêlim, ew jî, gelo wê bi kêrî te bê? Nizanim, wext ê ya xwe bibêje! Bi xatirê we. Heciyê Cindî.”

Ez borcdarim alî wan bikim

Wext û salên bihurî ya xwe gotin, û îro bêyî Heciyê Cindî mirov nikare behsa zargotina Kurdî bike. Gava mesele berhevkarî û lêkolîna zargotina Kurdî be, yek ji wan navên pêşî ku tê bîra mirov Heciyê Cindî ye. Di dîroka çanda Kurdan a Sovyetê de ciyekî wî yê bi qîmet û taybet heye. Di karê berhevkirin û lêkolîna Zargotina Kurdî de em dikarin bibêjin, Heciyê Cindî di nava Kurdan de yê herî bi nav û deng e. Ji lewma nivîskar Çerkezê Reş dibeje, wî mektebeke zargotinzaniyê ya bi bereket saz kiriye û navê bavê zargotina Kurdî li Heciyê Cindî dike. Gava mirov berê xwe dide berhemên Heciyê Cindî, mirov rastî kedeke mezin tê, li gel werger, lêkolîn û berhemên zargotinê, ew kesekî xêrxwaz bûye û deriyê mala xwe ji her kesî re vekiriye. Alîkariya gelek kesan kiriye û rê nîşanî wan daye da ku ew kes bixwînin û xizmeta çanda xwe bikin. Wî timî digot, “Ez borcdarim alî wan bikim.”   

Lê ez ji çi re mame?

Heciyê Cindî Cewarî, 18’ê Adara sala 1908’an, li gundê Emançayîrê yê ser bi Dîgora Qersê, ji dayik dibe. Dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di sala 1918’an de gava ku artêşên Tirkiyeyê êrişê tînin ser herêma Qersê, ku beriya hingê di nava sînorên Împaratoriya Rûs de bû û pê re jî ser bi Komara Ermenîstanê. Di bihara sala 1918’an, li ser erdê Ermenîstana îro û herêma Qersê pê re wekî dewleteke serbixwe çêbûbû, Kurdên Êzîdî yên 16 gundên navçeya Dîgorê ji ber tirsa Roma Reş ji ciyên xwe dibin. Di wan rewşên giran de Heciyê Cindî dê û bav û du xwişkên xwe ji dest dide û ji ber vê yekê wî li sêwîxaneya Qersê pişt re jî li ya Gumriyê bi cih dikin. Ew li vê sêwîxaneyê dest bi dibistanê dike û hînî xwendin û nivîsandinê dibe.

Heciyê Cindî di bibîranînên xwe de wiha qala wan rojên xwe dike: “Mala me hilweşandibûn. Ez diçûm li dora malê digeriyam, min xweliya malê davête ser serê xwe. Dinaliyam, ne dê ye, ne bav, ne jî xwîşk. Pirr çetîn bû ji min re. Belê, em sêwî man, sêwî. Min xwe bi xwe re digot: ‘Lê ez ji çi re mame?’” 

Min zimanê dê zehf zû anî bîra xwe

Heciyê Cindî piştî xwendina 7 salan di sala 1929’an de Xwendinxaneya Gumriyê ya Pedagojiyê kuta dike. Di pey kutakirina xwendinxaneyê re, di heman salê de li gundên Ermenîstanê yên Elegez û Riya Teze, dersên bi Kurdî dide. Di wan salan de Wezareta Çandê ya Ermenîstanê destûra kursên Kurdî dide. Di dibistanên hemû gundên Kurdan de, ders bi zimanê Kurdî tê dayîn. Cindî, bi vê rewşê pirr kêfxweş dibe. Ew vê kêfxweşiya xwe wiha tîne ziman, “Û niha, şikir ji te re Xwedê, ez di nava cimaeta xwe de bûm. Min zimanê dê zehf zû anî bîr. Min bi zimanê xwe xeber dida, bi zimanê dê ders didane zarokên me. Ew şabûneke mezin bû bo min.”  

Heciyê Cindî nêzî salekê li van gundan dixebite û dersê dide. Ew her wiha piyesên şanoyê werdigerîne û şanoyê bi Kurdan dide naskirin. Ew dibêje, cara yekemîn li van gundan çîrok, kilam, gilî û gotinên gundiyan wî berhev kirine û dest bi xebatên lêkolînê kiriye. Jixwe, piştî salekê ew diçe peytexta Ermenîstanê Yerêvanê ji bo ku li zanîngehê bixwîne.

Koma nivîskarên Kurd ava dike

Sala 1930’yî, Heciyê Cindî ji bo Beşa Zanîngeha Yerêvanê ya Fîlolojiyê tê qebûlkirin, dibe xwendekarê Ermenîstanê yê Kurd ê pêşîn. Di salên xwendekariya zanîngehê de Heciyê Cindî bi zanebûn û karkiriya xwe derdikeve pêş. Di salên 1930’yî de, bi biryara Moskovê, li Komara Ermenîstanê ocaxên Kurdan ên çandî û xwendinê vedibin. Heciyê Cindî sala 1932’yan di Înstîtûta Dîroka Çanda Materyalî de dest bi karê berhevkirina zargotina Kurdan dike. Di 25’ê Adara sala 1930’yî de jî rojnameya Riya Teze çap dibe. Heciyê Cindî di heman demê de di rojnameyê de di beşa çand û huner de dixebite, nivîsan dinivisîne û ji bo zimanê Kurdî wergeran dike. 

Dîsa di van salan de bi xemxuriya Heciyê Cindî Koma Nivîskarên Kurd li rex Komaleya Nîvîskarên Ermenîstanê vedibe. Ciwanên ku mêla wan li ser wêjeyê bû, li hev kom dibûn û li ser wêjeyê nîqaş dikirin. Bi vî awayî li Yerêvanê bere bere nivîskar, wergêr û rojnamevanên Kurd ên pêşîn digihîştin.

Guhdarên ezîz Yêrêvan xeber dide

Her wiha di sala 1930’yî Heciyê Cindî û hevsera xwe Zeyneva Îvo bi dengê; “Yerêvan xeber dide, guhdarên ezîz, bibîhizin xeberdana me bi zimanê Kurmancî...” cara pêşî di Radyoya Ermenîstanê de bi Kurmancî diaxivin û bingeha Radyoya Erîvanê jî datînin.

Hevsera wî Zeyneva Îvo wan rojan wiha bi bîr tîne; “Hecî xebatkarekî zor bû. Salên 30’yî karker, kadro û xebatkar hindik bûn, rojê bawer bikî 14-16 saetan dixebitî. Pê re nedigihand, westana wî tine bû, ji ber ku wî ji kar û gelê xwe pirr hez dikir. Ji sala 1930’yî heta sala 1937’an ez û Hecî di Radyoya Kurdî de xebitîne, ez çawa spîkêr lê ew çawa redaktor û spîker em dixebitîn.”
Heciyê Cindî pirr xemgîn dibû ku zargotina Kurdan nayê nivîsandin û ew pirr li ber vê yekê diket. Wî xezîneya çîrok, meselok, kilam, destan û sarpêhatiyên Kurdan binivîsîne û biparêze: “Xizneke cimaetê dewir û zemana xweyî kirî hema li ber çavê me diheliya, beteve dibû...” Ji lewma ew di sala 1936’an de Zargotina Kurmancan, ku di navbera çend salan wî ji zarbêjan girtibû û nivisîbû, bi pirtûkeke mezin bi sernavê Folklora Kurmancan diyarî gelê xwe kir. Di dîroka çanda Kurdan de ev berhem berhemeke yekta bû û beriya niha xebateke bi vî rengî nehatibû kirin. Heciyê Cindî bêhtir bi vê xebata xwe hat naskirin û pênaseya bavê zargotina Kurdî wergirt.

Aha ev e Qurana me!

Folklora Kurmancan Nêzî 650 rûpel bûn. Heciyê Cindî û Emînê Evdal bi hevre ev pirtûk nivîsîbûn û sererastkirin û paqijkirina wê jî dîsa Heciyê Cindî bi hevsera xwe Zeyneva Îvo re bi rê ve biribû. Di sala 1946’an de gava ku Komara Mahabadê tê damezirandin Qazî Mihemed pirtûka Folklora Kurmancan digire destê xwe û dibêje, “Aha ev e Qurana me!” 

Piştî mirina Heciyê Cindî, hevsera wî Zeyneva Îvo jî destnîşan dike ku wî ji kar û xebatê pirr hez kiriye. Îvo, Heciyê Cindî wiha bi rê dike; “Wexta ku min digot, ‘Bes e bixebitî, hevekî hêsa be!’, wî digot, ‘Evda Xwedê, tu mirina min dixwazî?’ Niha hêsa be, Hecîcan, hey wax!”

Heciyê Cindî 1’ê Gulana 1990’î koça xwe ya dawî kir û li pey xwe bi qasî 90 pirtûk û berhevokan hiştin.

 

Hin berhemên Heciyê Cindî

Hin berhemên muhim ên Heciyê Cindî ev ên li jêr in:
Folklora kurmanca (tevî Emînê Evdal, 1936)
Kilamên kurdî yên gelerî (tevî kompozîtor Karo Zakaryan, 1936)
Hikyatên kurdî yên gelerî (1940, bi ermenkî)
Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî (lêkolîn û têkst, 1941, bi kurdî û ermenkî)
Folklora Kurdî (1947, bi ermenkî),
Şaxên êposa Koroxliyê kurdî (lêkolîn û têkst, 1953, bi ermenkî)
Memê û Zînê (lêkolîn û têkst, 1956, bi ermenkî)
Folkilora kurdî (1957),
Beyt-serhatiyê kurdî (1962, bi wergera ser rûsî ya bi destî nivîskar û zanyarên cuda-cuda, bi amadakirin û pêşgotina Heciyê Cindî, Moskova),
Kilamê cimeta kurdaye lîrîkiyê (1975)
Şaxên êposa “Rostemê Zalê Kurdi” (tekst û lêkolîn, cilda 1ê, 1977),
Şeş cildên “Hikyatên cimeta kurda”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.