Sermiyanê Apê Mûsa

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:12

  • Eşqa wî ya welêt, wekî helbestvên gotiye, “Eşqa welat, eşqa welat/Te cerg û mêlakê me pat” ew qasî bi tîn e.Hingî bi tîn e hemû semyanê xwe, serî û binê gotina xwe daye bi wê eşqê.

Wextekê helaw pirr bi qîmet bûye. Hema bibêje warê nefsê bûye. Devê kê vebûye gotiye “helaw, helaw.” 

Dibêjin rojekê, du koçer li ber pez, ji xwe re ketine nav xewn û xeyalan. Yek ji nişka ve radibe ji yê din re dibêje, “Em ferz bikin sê çewal pereyên te hene. Tu yê pê çi bikî?” Hevalê wî qederekê difikire û dibêje, “Ez ê çewalekî bidim bi helawê.” Ê din cardin jê dipirse, “Îja her du çewalên din?” Cardin difikire û dibêje, “Ez ê çewalê duduyan jî bidim bi helawê?” Ê din dîsa dibêje, “Ma çewalek!” Hevalê wî cardin hûr û kûr difikire û dibêje, “Weleh ez ê wî jî bidim bi helawê.”

Vê carê koçerê ku her sê çewal pereyên xwe dane bi helawê, ji hevalê xwe dipirse, “Îja em ferz bikin sê çewal pereyên te hene. Tu yê pê çi bikî?” Hevalê wî, hema yekser dibêje, “Malneket, ka te çi ji mi’r hişt! Ma ne min ê jî helaw bikirriya!”

Îjar gava meriv bala xwe dide nivîsên Apê Mûsa, em yekser leqayî eşq û bengiya ji bo welêt tên. Eşqa wî ya ji bo welêt, eynî wekî helbestvên gotiye “Eşqa welat, eşqa welat / Te cerg û mêlakê me pat...”  ew qasî gur û bi tîn e. Tew hingî gur û bi tîn e hemû sermiyanê xwe, serî û binê gotina xwe daye bi eşqa welêt. 

Ji lew re welat ji bo wî pîroziya li ser pîroziyê ye. Ji bo dareke wî, teyr û tilûrên wî, bax û baxçeyên wî, şevbuhêrk û kilamên wî, jin û zarokên wî, kal û pîrên wî dikare xwe feda bike. Jixwe, berî bibe qurbanê vê eşqa xwe li dor şeş mehan, ew bi xwe ji bo vê eşqê dibêje:

“Însanê ku eşqa welatê wî pê re tine be, ji heywanan jî jêrtir e. Çima? Carinan gundek ji gundekî din kerekî yan jî çêlekekê, gakî dikire, te dît ew heywan ku filitî, direve diçe gundê xwe. 

Ê ma lawo, tirkino, ma em kurd wek ker û çêlekan jî nayên? Yanî hûn li Nisêbînê, Cizîrê, Kercewsê, Şirnexê û li Kurdistanê, tev de nevî û zarokên me bikujin û em ê bêjin ‘vatan, vatan ve miletin bölünmez bütünlüğü.’

Çawa hûn vê ji me dixwazin? Kurdê ku wek we bêje, ez jî tevlê, nalet li bavê wî be.

Faşîstno, wehşino, ma hûn zanin bê hûn li çi digerin? Lê çi fêde hin miletê me qenc şiyar nebûye. Li Hindistanê kalekî wan î wek min hebû, navê wî Gandî bû. Ku îngilîz wek hikûmeta me ya niha li hindûyan zilm dikir, Gandî ji hindûyan re digot: ‘Lawo temamê hindûyan, pîrek û zarok, kal û ciwan, giş xwe li devê riyan dirêj bikin. Hindûyan bi ya wî dikir, ez jî ji temamê kurdan re dibêjim, ku faşîst di welatê me de bi panzêrên Amerîka pîrek û zarokên me biperçiqînin, em ê tev de herin devê serayan û bêjin, faşîstno, ‘Em hemû PKKyî ne, bijî Kurdistan û hûn çi dikin ji me bikin.

Bajarên Kurdistanê em hemû rabin ser lingan, wê me têxin kîjan hepsê? Talî wê îş bê vir. Ma gelo tirk hîn jî yeqîn dikin ku em 20 miyon kurd êdî di welatê xwe de bênamûsiyê qebûl bikin?..”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.