Ji hundir ber bi derve hikmê pênûsê

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 28 Mijdar 2022 - 03:44

  • Ji şahidên berxwedana kurdî nivîskar Menaf Osman, bi hikmê pênûsa xwe ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. 

Nivîskarê Efrîkî Ngugi wa Thiongo, ji bo wêjeya berxwedêr dibêje, "Li Efrîkayê nivîskar û siyasetmedar gelek caran heman kes in. Nivîskar pirî caran beşdarî tevgera siyasî dibin. Li gorî wan çek, pênûs û kursî ji bo heman tiştî ye, ji bo azadkirina welatê wan e." Bê guman, ev ji bo me jî lê ye. Ji lew re ji ber ku di civaka kurdî de jî rengê siyasetê li ser berxwedanê ava bûye, wêjeya kurdî ya modern jî ji gelek hêlan ve bi vî rengî ye.' 

Di vê çarçoveyê de ji şahidên berxwedana kurdî, nivîskar Menaf Osman ku ji 57 salên temenê xwe nêzî 30 salan di girtîgehê de bihurandiye, di atmosfereke çewisîner û sansurê de, careke din bi romana xwe "Lênûska Leyla"yê, bi zimanê xwe yê berxwedêr û hikmê pênûsê, şahidiyê li serdema xwe dike. Ji hundir ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. 

Nivîskar di Lênûska Leylayê de, bêyî derfetên zimanê rojane teng bike û bijidîne bi teknîkên vegotinê yên wekî teswîr (mekan, zeman û bûyer), veger, monologa hundurîn, diyalog û pûxteyî livdarî û kûrahiyekê li wateyê bar dike. Di romanê de rojnivîsk û biyografî daxilî sêwirandinê hatine kirin û tevna bûyerê bi pergala ji serî de hatiye hûnandin. Nivîskar di romanê de bi kesên din livdariyekê li bûyerê bar dike û bi vî awayî serlehenga romanê Leylayê temam dike. 

Di Lênûska Leylayê de bûyer li gorî pergalekê hatine sêwirandin. Leyla ji zarokatiya xwe ve tim bi ser awayê jiyana texrîbkirî ya civata xwe û qeyd û pîvanên ferzkirî de diçe. Ji ber vê dikeve nav lêgerînê. Wexta li Enqereyê xwendekara zanîngehê ye têkoşînê dinase û piştî wextekê, tevî hevalê xwe Xemgîn berê xwe dide çiyê. Ewilî qederekê li Mêrdînê dimîne. Paşê ji bo tev li perwerdehiya akademiyê bibe di ser Sûriyeyê re diçe Lubnanê û vedigere. Rêwîtiya wê ya ji ber serê kêlika pêşengê Serhildana Agiriyê Biroyê Heskî Têllî dest pê dike, berê wê dide her çar parçeyên Kurdistanê. Axirê, ev rêwîtî wê ji Tendurekê ber bi Sîpanê, ji Deşta Bavê Lalo ber bi Çemê Mûradê û ji wir jî ber bi Araratê ve ku diyarê xeyalên wê yên zarokatiyê ye, dibe. Diyarekî ne pasaport, ne ewraq û ne jî ti nasnameyên fermî lê derbas dibin. Di vê rêwîtiya xwe de dikeve nav xewn û xeyalên welatê xwe yê li ber gorên serhildêrên 1931'ê veşartî. Di rêwîtiyê de Leyla gotina Zerdeşt "Huxta, humata, havreşta" (Baş bifikire, rast bibêje, xweş çêke) ku kalê wê Xalid Begê tim jê re digot, ji xwe re dike rêber. Di dema rêwîtiya xwe de Leyla li Tendurekê di şer de birîndar dibe û dîl tê girtin. Bi rojan êşkence lê tê kirin û paşê tê hepskirin. Li girtîgehê roja Newrozê bi bedena xwe, agirê bedena Zekiye ya li Birca Ben û Sen a Amedê yad kiribû, geş dike. 

Di 'Lênûska Leyla'yê de tevna bûyerê bi rêk û pêk e; destpêk, qewimîn û encam. Bêyî nepenî û tevlîheviyekê di xwe de bihebînin, bûyer ne ji ortê û dawiyê, ji serî de dor bi dor tên hûnandin. Bûyer ji zarokatiya serlehenga romanê Leylayê dest pê dike û bi dorê li gorî salên wê yên berxwedan û girtîgehê, bi gewde dibin û di çarçoveya sedem-encamê de bi kes, zeman û mekan tên sêwirandin. Bûyer, bi aktûelkirina îro-doh û mesafeya navbera mekanan, Semayê ji tiştên ketûber xelas dikin. Bi vî awayî bûyer dibin sedem ku pêşî navê sembola berxwedanê Leyla Qasimê li Sema bê kirin û paşê jî alaya vê berxwedanê bilintir bibe û navê wê veguhere Serhildanê. 

Di Lênûska Leylayê de mekanekî sabît tune ye. Bûyer li gelek deveran diqewimin. Teswîra mekan hem ji aliyê kesê sêyem ve tê kirin hem jî bi weziyeta lehegan tê nîşandan. Nivîskar di romanê de bi mekanên derve û hundurîn hêla derûnî û fizîkî ya lehengan dide der û di ser lehenga sereke ya romanê de rewşa civakê ya sosyo-çandî jî dide der. Di romanê de gelek mekanên derve hene, lê belê ji ber livdarî, lez û beziya sahneyan bi awayekî berbiçav nehatine xêzkirin û teswîr hatiye piştguhkirin. 

Tevî mekanên derve, di romanê de gelek mekanên hundurîn jî hene. Li gorî yên derve, mekanên hundurîn bêhtir berbiçav in û ev mekan tesîrê li seyra liv û tevgera lehengan dikin. Wekî mînak; li Şama Şerîf li Mizgefta Emewiyan serdana Leyla û Bêrîvanê ya tirba Selahddînê Eyyûbî. Wêneyê generalê fransî Goreau yê li tirbê ku potînên xwe spartiye kêleka Seladdînê Eyyûbî û gotina "Selahaddîn, eva ez dîsa hatim!" ya li ser wêne tesîreke neyînî li Leyla û Bêrîvanê dike û wan ber bi cîhaneke din ve hêl dike.

Di Lênûska Leylayê de serlehenga romanê Leyla ne lehengeke xeyalî ye, ji jiyana rasteqîn hatiye girtin, Sema Yuce ye. Ji ber vê, mirov dikare bibêje, di romanê de têgîna zeman diyar e. Ji bilî beşa ewil a romanê ku di wesfa teknîka vegerê de hatiye bikaranîn, her 25 beşên din 9 salên jiyana Leylayê yên di salên 90'î de dihewînin. Di romanê de bi teknîkên wekî qevastin, veger, pûxte û tomarkirina bilez têgîna zeman ji bo hûrguliyên salên têkoşînê yên Leylayê hemûyan nehatiye sêwirandin.

Di Lênûska Leylayê de bêyî derfetên zimanê rojane bê tengkirin û jidandin, ziman û awayê vegotinê li gorî asta civakî, ruhî û derûnî ya lehengan hatiye hilbijartin û nivîskar bi sexbêrî ziman bi kar aniye. Di romanê de tevî zimanê berxwedan û şoreşê, di gelek beşan de xwîner leqayî zimanê rojane, gotinên pêşiyan û biwêjan jî tên.

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.