- "Xazil Dîsa Zar Bûma", ew helbest e ku Sehîdê Îbo û hevrêyê wî Simoê Şemo, can dane kelama wê.
"Xazil Dîsa Zar Bûma", ew helbest e ku Sehîdê Îbo û hevrêyê wî Simoê Şemo, can dane kelama wê.
Hosteyê helbesta dîwanê ya klasîk Şêx Galib, ji bo helbestvanan dibêje, "Ew in ku can didin kelamê." Ev rist, belkî herî zêde li wan helbestvanan tê ku ji cihwarê xwe hatine dûrxistin û rêwiyên heyateke zor û zehmet in.
Belkî jî herî zêde li Sehîdê Îbo û Simoê Şemo tê ku li quntara Çiyayê Elegezê li helbestekê dilûsin û di ristên wê de xwe li yekpareyiya gotinê datînin.
Her du helbestvanên ku li Mezopotamyaya bi xêr û bêr, warê ewil ê danûstendinên insanî, exlaqî û hunerî ji hebûna wan a nasnameyî û zemanî hatiye xwarin, bi hêma û metaforên xwe, xwe disipêrin xisûsiyeta rêwîti û dageriyê ya helbestê. Li qeyika zimên siwar dibin û xwe li sînorên bilêvkirineke helbestkî didin.
Ev her du helbestvanên zarokên Kurdên ku piştî Herba Cîhanê ya Yekê tevî Ermenan ji Herêma Serhedê berê xwe dane welatên Qafqasê, bi helbestê, şewqê didin wateya di hidûdê herî dawî yê peyvê de hatiye veşartin.
Derî vedikin li heqîqet û rastiya li paşperdeya dîroka ku hatiye xesandin û stewrkirin. Di rîtmeke eynî wekî ya avê bêmîsal de, hemû wate û derwateyan li qeyika helbestê bar dikin. Ji quntarên Çiyayê Elegezê ber bi Çemê Erezê û ji wir jî hêdî hêdî, giran giran ber bi Serheda hêmin û sergevez ve ber didin ku xizîneya wan lê hatiye windakirin. Û wekî bibêjin, "Ma heta em ji helbestê jiyanekê ava bikin, em helbestê bixwe bikin jiyan ne çêtir e?" bi yekdengî, bi yekawazî rengvedana jiyana wan î xweristî ya bi salan e li wî aliyê sînor hatiye veşartin, ji dilê wan ber bi lêvên wan ve dadiwerive û dibêjin, "Xazil dîsa zar bûma."
Îbo û Şemoyê ku li quntarên Çiyayê Elegezê hatine dinê, ji zarokatiyê ve hevta û hevrêyên hev in. Bi hev re bêhna demsalan hemûyan kişandine sî û cergên xwe. Ev her du xortên law, rojekê ji fakulteya tibbê ku xwendekarên wê ne, berê xwe didin Gundê Şamîranê. Dema otobês digihê nêzî Girê Giresorê, wekî ji nişka ve şingeşinga nal û hîrehîra hespekî kumêt ê ji çiyê xwe ber bi jêr ve berdide, di kerika guhên wan de olan bide, li ber vê melodiya bêmîsal ji xwe ve diçin. Di kilamake dengbêjê wê windayî de, li bin siya darên li Giresorê noqî lîstikên ku bi hev re lîstine, pezên bi hev re çêrandine û kilamên ji Radyoya Êrîvanê olan dane, dibin. Axirê, li qeyika rêwîtî û dageriyê ya helbestê siwar dibin û di helbestekê de ku bi hev re can didin kelama wê, dibin yekpare.
Ev xewn, xewneke wisa efsûnî, xewneke wisa "safî û sebîl... henûn henûn mîna ya mindalekî" ye, ku wexta hişyar dibin, nizanin kîjan rist ên kê ne. Lê ev her du helbestvanên ji can û cendekê wan mişt jiyan difûre, helbesta "Xazil Dîsa Zar Bûma" ku bi awaza hunermend Aram Tîgran tim li ser zimanan e, li mêzênekê dixin û di dîwanên xwe de diyarî kulîyata helbesta Kurdî dikin.
*"safî û sebîl... henûn henûn mîna ya mindalekî" ji helbesta "Hez" a Arjen Arî.
parvê bike
Nivîsên Rêdûr DÎJLE
Metnên ewilî yên Kirmanckî
19 kanûnê
Ji hundir ber bi derve hikmê pênûsê
28 teşrînê
Keremê Anqosî: Xwedanê şuxlên bêhevta
14 teşrînê
Sermiyanê Apê Mûsa
18 îlonê
Hey lawik!
5 îlonê
Hela tu li vê tesadufê!
7 tebaxê