Kurm û kêz bi hiqûqa Tirk ketine

Duşem 22 Nîsan 2024 - 00:14

Hiqûqa Tirk, Kaya yê 86 salî, sedî 93 kulîkemî ye bi hinceta ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûye digire, kelepçekirî, çavgirtî dibe Tiba Edlî, serê çendekê ji girtîgehekê sirgûnî yeka dî dike.

Hiqûqa Tirk li bara Kurdan hemû sînorên dad, exlaq, wijdanê dibezîne. Hiqûqa dagirkeriya Tirk li bara Kurdan ketiye halekî riziyayî ku bêhn û pixala kelaşan jê tê, kurm û kêzan girtiye ser.

Abdulhalîm Kaya ê 86 salî sala 2008’an ji ber sedema ku tevlî daxuyaniyeke çapemeniyê bûye 5 salan ceza lê hatibû birîn. Wek ku girtina wî ne bes be serê çendekê weke rêbazeke êşkenceyê serê kêliyekê Kaya ji girtîgehekê sirgûnî gîrtîgeheke dî dikin. 

Kaya yê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Batmanê dihate girtin sirgûnî Girtîgeha bi Tîpa R a Elazigê kirin. Kaya,li Bûrsayê Cotmeha 2021'ê  ji ber nexweşiya prostatê hate emeliyatkirin, tevî ku baş rehet nebûbû di 14'ê Cotmeha 2021'ê de hate destgîrkirin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa H a Bûrsayê.

Ji sedî 93 kulîkemî ye

Li gel ku bi nexweşiya giran bû jî 60 rojan bi tena serê xwe li hucreyê hate hiştin û înfaza wî 4'ê Cotmeha 2021'ê ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Di 12'ê Cotmeha 2022'an de Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîîrtê rapora ji sedî 93 kulîkemî ye, da Kaya, lê tevî vê yekê jî di 31'ê Adara 2023'an de careke din hate girtin û ew xistin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa M a Batmanê. Kaya ku 86 salî ye û ji sedî 93 kulîkemî ye, nexweşiya demans, dil û gelek nexweşiyên din ên giran pê re heye. Her wiha hewl dide bi gurçikekê jiyana xwe dewam bike.

Kelepçekirî, çavgirtî birin Tiba Edlî

Tevî ku li erdê dirêjkirî ye di 20'ê Adarê de ji Batmanê bi kelepçekirî û çavgirtî birin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê rapora 'dikare li girtîgehê bê hiştin' ji bo Kaya dabû.

AKP zilmê li bavê me dike

Kurê Kaya Îsmaîl Kaya anî ziman ku dewleta Tirk zilm û zordariyê li bavê wî dike. Kaya diyar kir ku bavê wî 86 salî û bi nexweşiyên giran e, lê tevî vê jî hate sirgûnkirin û got, "Bavê min 15 meh in girtî ye. Tevî ku kulîkemî ye û nexweş e 5 girtîgeh guhert. Edaleta AKP'ê ev e. Bavê min ê nexweş bi destkelepçekirî û li erdê dirêjkirî sirgûn kirin. Beriya niha bi mehekê biribûn Tipa Edlî ya Stenbolê. Ji Êlihê bi destkelepçekirî birin heta Stenbolê. Halbûkî bavê min ji sedî 93 kulîkemî ye e û li ser kursiyekê jiyana xwe dewam dike. Tevî vê yekê jî hikumeta AKP nasekine. Her roj zilmê li bavê min dike. Em malbata Kaya ji jiyana bavê xwe bifikar in. Her gava ku telefona me lê dixe em bi tirs lê dinihêrin, bi fikar in. Ji vê derê em bang dikin; divê hemû girtiyên nexweş bêne berdan."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.