Ev 8 sal in kurê xwe nedîtiye

Çarşem 24 Nîsan 2024 - 00:46

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Incîfe Îşlek a 75 salî ev 8 sal in kurê xwe nedîtiye. Piştî biryara girtiyan ku nema têne ser telefonan, êdî nema dikare dengê kurê xwe jî bibihîse.

Fahrettîn Îşlek  li Girtîgeha Hejmara 2 ya Yozgatê tê girtin. Îşlek, di sala 2016'an de li Şirnexê bi îddaya,"endamê rêxistinê" hat girtin û 8 sal in di girtîgehê de ye. Îşlek di 8 salan de, di gelek girtîgehan de maye. Dayika wî Încîfe Îşlek ji ber ku girtîgeh dûr e û derfetê wê yên çûyînê tune ne, 8 sal in ku nikare biçe kurê xwe bibîne. 

Încîfe Îşlekê anî ziman ku heya tecrîda li ser girtîgehan bi dawî nebe wê çareseriyeke mayinde jî neyê Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ewilî kurê min di girtîgeha Sêrtê de ma. Piştre anîn girtîgeha Şirnexê. Ji Şirnexê jî birin Yozgatê. Ev 8 sal in min kurê xwe neditiye. Derfetê min tune bûn ku biçim hevdîtinên wî. Ez bêriya wî dikim. Kurê min ê biçûk ew e. Êdî biryar jî hat standin û êdî li me nagere û dernakeve hevdîtinan.

Dema ku herî dawî li min geriya got,'em êdî dernakevin hevdîtinan û li we nagerin, serokê me di bin tecrîtê de ye, nahêlin ku malbata wî û parezerên wî biçin pê re hevdîtinê çêbikin. Heta ku nehêlin ku serokê me bi malbat û parezerên xwe re hevdîtinê bikin em ê jî dernekevin hevdîtinan.' Em jî li pişt daxwazên wan in.

Îşlekê diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aloziya heyî kurtir dike û daxwaz kir ku her kes xwedî li daxwazên girtiyan derkeve û got: "Bila daxwazên girtiyan pêk bînin. Em jî dixwazin ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ev şer bi dawî bibe. Min 8 sal in kurê xwe neditiye û ez êdî dengê wî jî nabihîzim. ‘’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.