Hiqûqa Tirk li bara Kurdan betal e

În 26 Nîsan 2024 - 00:54

Yadê Makbûla van demên dawî bûye yek ji wêneyê ûcûbetiya hiqûqa Tirk, ku hemû nirxên ûcdan, wijdan, mirovî binpê dike û barbar jî li bara vê hiqûqa ucube dibehitin.

Medenî Ozer, kurê Yadê Makbûle Ozer a 82 salî li bara vê hiqûqa ucube ya Tirk helwest nîşan da û got,’’Dema ku mijar Kurd in, hiqûqa Tirk namîne’’ û xwest ku dayika wî demildest were berdan û dawî li vê jêr-barbartiyê were.

Li Wanê di 24’ê tîrmeha 2018’an de Makbûle Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer di serdagirtina malê de hatin destgîrkirin. Derbarê Ozeran de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” doz hate vekirin û 2 sal 6 meh cezayê hevsê li herdu hevjînan hate birîn. Cezayên Ozeran ji hêla Dadgeha Bilind a Tirk ve hate qebûlkirin û herdu di 9’ê gulana 2022’yan de şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê.

Nikarê lêzimiyên xwe bi cih bîne 

Cezayê Makbûle Ozer a ji sedî 61 kulîkemî ye, ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk, salekê hate taloqkirin û di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan. Hadî Ozer jî piştî ku cezayê xwe temem kir hate berdan. 

Piştî ku Saziya Tipa Edlî  (ATK) derbarê Makbûle Ozerê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir Ozer di 22’yê nîsanê de dîsa hate girtin. 

Hiqûqa Tirk li cem Kurdan nîne 

Kurê Yadê Makbûla, Medenî Ozer bertek nîşanî girtina dayika xwe da û anî ziman ku dayika wî nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Ozer derbarê mijarê de ev tişt got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Tu eleqeya girtina dayika min bi hiqûqê re nîn e. Dayika min li dijî dewlet an jî pergalê sûcek nekiriye. Em dixwazin di vî welatî de aştî, xwişk û biratî çêbibe. Lê belê bi israr polîtîkaya înkar û îmhakirinê didomînin. Dayika min ji ber nexweşiyên xwe bi darê zorê xwe li ser piya digire. Em ji vir bang li ATK’ê dikin; jineke 82 salî çawa dikare di girtîgehê de bimîne. Dema mijar dibe Kurd hiqûq ji holê radibe. Ez dubare beng li berpirsyaran dikim; demildest xeletiya xwe rast bikin û dayika min berdin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.