Bi vê silavê 11 dagirker kuştin

Pêncşem 14 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Di çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê de gerîlayên Kurdistanê, 11 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin, 2 jî birîndar bûn. 

Di çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê de gerîlayên Kurdistanê, 11 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin, 2 jî birîndar bûn. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên ji bo silavkirina Roja Rûmetê ya Neteweyî ya 14'ê Tîrmehê de careke din rê li dagirkeran hat girtin; di çalakiyan de 11 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn û derb li kepçeyekê hate xistin. Dagirkeran bombeya fosforê bi kar anîn, bi giştî 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 9 caran bi balafirên şer, 27 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi tank, obus û hawanan bombe li Qadên Berxwedanê barandin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîla kir:

Li Zê (Zapê)

13'ê Tîrmehê dagirkeran berê xwe da çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê saet di

12:10'an de dagirkerek ceza kir.

13'ê Tîrmehê saet di 14:00´an de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran xist, wê kepçeyê çeper çêdikirin. Di encamê de derb li kepçeyê hate xistin û karê çêkirina çeper hate rawestandin.

Li Metînayê

9'ê Tîrmehê saet di 14:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran xist û dagirkerek ceza kir.

9'ê Tîrmehê saet di 14:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin, dagirkerek ceza kirin. Saet di

14:10'an de li heman deverê careke din li dagirkeran hate xistin û dagirkerekî din hate cezakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 09:00´an de li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, gerîlayan bi sabotajê çalakî kir, dagirkerek ceza kir, yek jî birîndar bû.

13'ê Tîrmehê saet di 09:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi sekvaniyê li dagirkeran xist. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, yek jî birîndar bû.

13'ê Tîrmehê nîvrojê li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi sabotajê çalakî kir, û 2 dagirker ceza kirin.

13'ê Tîrmehê saet di 17:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn çeperên şer, bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Tîrmehê saet di 18:35'an û 14'ê Tîrmehê saet di 06:00 de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê du caran bi sekvaniyê çalakî kirin û 2 dagirker ceza kirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.