Bi şoreşê re jin bûn xwedî kar

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:52

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO

Bi Şoreşa Rojava re gelek derfetên kar ji jinan re hatin afirandin û jinan di her warî de cihê xwe girtin, pêşengî kirin. Li Qamişloyê aşxaneya Şîlan ku çend jin tê de kar dikin hat avakirin. Xwediya aşxaneyê, Şîlan Ehmed a 29 salî ku ji bajarê Qamişloyê ye, behsa aşxaneya xwe kir û got ew bi vê aşxaneyê dibe xwedî aboriya xwe ya serbixwe.

Şîlan Ehmed behsa armanca wê bi vekirina aşxaneyê kir û got: "Ev projeya min bi saya Şoreşa Rojava ku derfetên kar ji me re afirandin hat vekirin. Armanca min bi vekirina vê projeyê ew e ku ez alîkariya malbata xwe bikim û aboriya xwe ya xweser bi dest bixim. Hesteke gelek xweş e ku mirov kar bike û ji keda xwe bixwe. Li kêleka wê dema ku jin werin di aşxaneyê de kar bikin derfetên kar ji wan re jî em ê biafirînin."

Şîlan Ehmed diyar kir ku 4 jin di aşxaneyê de dixebitin û got:"Em 4 jin di aşxaneyê de kar dikin, lê carna dibe wextê çêkirina mûnet em dibin 10 jin. Em gelek cureyên xwarinên gelêrî çêdikin weke kutilk, şamborek, pelên rezan û gelek cureyên xwarinên gelêrî. Her demsal wextê mûnet tê, em mûnet jî çêdikin. Weke megdus, reçel, ava bacanê sor û gelek cureyên mûnet. Malpereke min a medyaya dîjîtal heye, li ser wê ez berhemên xwe didim nasîn û difroşim. Gelek şopînerên min ji xwarina me hez dikin û tên serdana me dikin, bi rengekî pir aktîf xwarina me tê firotin." Şîlan Ehmed diyar kir ku dixwazin di pêşerojê de projeya xwe berfirehtir bikin û daxwaz ji jinan kir ku kar bikin û aboriya xwe bi dest bixin û got:"Şoreşa Rojava me kir xwedî îrade û rê li ber me vekir ku em kar bikin. Şoreşê gelek derfet ji me re afirandin em ê jî van derfetan bi kar bînin û aboriya xwe bi dest bixin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.