- Idako: Haya ti kesî ji serpêhatiyên bi rastî yên Efrîqayî tine ye. Di nav civaka Efrîqî de kîjan rast an jî sexte ye nayê zanîn. Demeke dirêj e di vî warî de nîqaş hene, lê hîna jî gelek mijar safî nebûne û tevlîhevî heye. Nexasim di warê dîrokî de mêjiyê hin kesan ne zelal e.
XASÊ CÛNÊ
Alexander Peter Idako di nav gel de bi navê Alex Peter jî tê zanîn. Sala 1992’an li bajarê Lagosê yê Nîjeryayê hatiye dinyayê. Di ciwaniya xwe de bala wî çû ser huner û wî xwestiye di vî warî de xwe bi pêş bixe. Nexasim bi qelem, boyaxên pastel û pyrographyê ji xwe re şêwazek afirand û bi vê şêwazê wêne çêkirin. Ew herî zêde bi şêwaza xwe ya “Pyrography” tê naskirin. Ev şêwaz, weke şêwaza “şewitandina daran” jî tê zanîn û bi agir, zimpere û jiletê (gûzanê) wêne tên çêkirin. Idako jî di vî warî de şareza ye û ev teknîka hanê pirr bi pêş xistiye. Wî heta niha bi vê şêwaza “Pyrography”ê gelek wêneyên surrealîst û hîperrealîst çêkirine. Ev wêne balê dibin ser serpêhatî, jiyan û çanda Efrîkî. Yanî bi gotineke din, ew hosteyê agir e û bi agir wêneyên balkêş yên ku meraqê bi xelkê re çêdikin, derdixe holê.
Idako bi van wêneyên xwe li ser pirsgirêkên civaka Efrîkî disekine û dixwaze rastiyên vê civakê li her dera dinyayê werin zanîn. Ew her wiha behsa pirsgirêk û zehmetiyên wan jî dike û dixwaze “serpêhatiya reşikan” ji nû ve rave bike û bi vî awayî îmajên pak derxe holê. Wî heta bi cihekî, ev armanca xwe pêk aniye û wêneyên ku çêkirine li gelek cihan hatine nîşandan û bi xelkê re meraq çêbûye. Ew bi van wêneyên xwe yên hîperrealîst bûye dengê bêdengan û kiriye ku dengê civaka wî li meydanên giştî were bihîstin. Ji bo van serpêhatiyên ku xêz dike, ango berhemên xwe, ew dibêje “ev meseleyên hesas in” ku li ser mirovan bandora xwe dihêlin.
Xebatên Idako li Omenka Gallery, Ikoyî, Lagos State, New York, Emerîka û Londonê hatine nîşandan. Li gorî temenê xwe yê ciwan, kesekî jêhatî ye û sala 2016’an di pêşbirka “Benue Youth Choice” de “Xelata Tekûzî” ango xelata bêqisûriyê werdigire.
‘Pyrography’ê bi şêwazên nû şirove dike
Şêwaza “Pyrography”ê tê maneya nivîsîna bi agir, lê gelek kes jî (yên weke Idako) maneya “şewitandina daran” jî lê bar dikin. Idako jî bi agir û depan van wêneyên xwe yên bêhempa çêdike. Lê di heman demê de wî ev şêwaz li gorî xwe bi teknîkên nû dewlemendtir kiriye û bi agir, jilêt û zimpereyê dixebite. Idako dibêje, wî şêwazeke nû ji xwe re afirandiye û di vî warî de pratîkên wî yên baş çêbûne. Lê wêneyên Idako tenê bi teknîkên baş nayên şirovekirin, her wiha ew hunermendekî xemxur e û mijarên ku dixwaze balê bibe ser, rastiya civaka Efrîkî vedibêjin. Di her wêneyekî wî de rastî û serpêhatiyeke parzemîna reşik, Efrîkayê heye.
Kîjan rast an jî sexte
Idako derbarê serpêhatiya civaka Efrîkî de dibêje, haya kesî ji rastiya ku qewimiye û niha diqewime, tine ye û wiha pê de diçe: “Haya ti kesî ji serpêhatiyên bi rastî ên Efrîqayî tine ye. Di nav civaka Efrîqî de kîjan rast an jî sexte ye nayê zanîn. Demeke dirêj e di vî warî de nîqaş hene, lê hîna jî gelek mijar safî nebûne û tevlîhevî heye. Nexasim di warê dîrokî de mêjiyê hin kesan ne zelal e. Ez dizanim ku hîna jî hin mijar baş nehatine fêhmkirin û di vî warî de nîqaş her dewam dikin. Ji lewma ez dixwazim meseleyên berê ango rastiyên ku qewimîne, bi şêwazên nûjen şirove bikim û ji bo siberojê nîqaşekê ava bikim da ku serpêhatiya civakên Efrîkî baştir were zanîn û fêhmkirin.”
Idako herî dawî dibêje, ew bi van wêneyên xwe ji nû ve têkiliyeke xwezayî çêdike bi civak û derûdora xwe re. Her wiha di nav lêgerîna hebûnê de maneyên nû jî ava dike da ku xelk karibe li ser hin mijaran birame û ji hin tiştan baştir fêhm bike.
ABUJA