Bi serayan xwe têr dikin

Pêncşem 13 Adar 2025 - 17:15

  • Çandina sebzeyên havîn û zivistanê yên di malên plastîkî (sera) de yek ji projeyên sereke yên şêniyên bajarokê Hewayic ê kantona Dêrazorê ye. Nêzî ji sedî 80 ji şêniyan di vê projeyê de dixebitin û debara xwe pê dikin.

Şênî zeviyên xwe bi rêya projeya avdanê ya Beşa 6’an a ku avê ji çemê Firatê dikişîne, av didin.

Çandina sebzeyên sera, wekî xiyar, firingî, kûsa, bacanê reş û zebeşan ji bo şêniyan bajarok mewsima herî girîng e. Di destpêka Kanûnê de dest bi çandinê dikin û meha Hezîranê jî berhemên xwe berhev dikin.

Projeyên çandina sebzeyên sera ji bo şêniyên herêmê di aliyê aborî de alîkariyek e, nexasim sebze bi bihayekî erzan li sûkan tê peydakirin û derfetên kar ji bo karmendan dabîn dike.

Cotkar Ehmed El Mutleq ku xwedî projeyeke çandinê ye got: “Em gelek cûreyên sebzeyan diçînin. Bi vê jî em destekê didin sûka xwecihî û sebzeyan li herêmê peyda dikin." El Mutleq diyar kir ku ji ber qeşayê mewsima îsal a sebzeyên sera zirar dît û bandoreke nerênî lê bû.

Endamê Komîteya Çandiniyê ya bajarê Şihêl Hemed El Wedûr diyar kir ku li bajarok nêzî hezar donim sebzeyên sera hatine çandin û bi sîstemên avdana bi dilopan tên avdan. Ev jî kalîteya berheman baştir dike û nahêle av zêde were xerckirin. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.