Bi projeyan Kurdan dikin der

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:06

  • Projeyeke rêveberiya Kerkûkê wê taxeke kerkûkê ya xelkê wê Kurd vala bike. Proje wê li keviya Çemê Xase rêyekê çêke û pê re jî bibe sedem ku hezar xaniyên li taxa Esraw Mefqûdîn werin hilweşandin. Xelkê taxê hewara xwe digihînin Kurdistanê.

Projeyeke geştiyariyê li ser gelek malbatên Kerkûkê veguheriye tehlûkeyeke cidî. Heger projeya geştiyariyê pêk were, wê zêdetirî hezar malên li taxa Esraw Mefqûdîn a Kerkûkê werin rûxandin û şêniyên wê koçber bibin.

Di nava çend rojên bihurî de, kesek çûye taxa Esraw Mefqûdîn a Kerkûkê û ji xelkê wê re gotiye, xaniyên vê taxê wê werin hilweşandin û li deverê şahrêyek bê çêkirin, da ku çemê Xase bibe projeyeke geştiyariyê.

´Bi niyaz in ku me enfal bikin´

Yek ji şêniyên taxa Esraw Mefqûdîn a Kerkûkê Hîcran Seyid Letîf li ser mijarê got, “Ev çend sal in, ez li vê taxê dijîm. Kerkûk bajarê min e, û piştî bûyerên 16’ê Comtehê PDK û YNK’ê em bi cih hiştin. Ez niha di nava xaniyekî de dimînim ê ku bi niyet û niyaz in ku me jê derxin koçber bikin û me enfal bikin. Ev herdu partiyên Kurd jî tenê ji bo dengdanê Kurdên vî bajarî divên. Heger ew rast ji dil in, bila bi hewara van malan ve bên.”

Bila piştre PDK û YNK Kurdîtiay me nefiroşin

Hîcran Seyid Letîf got, tenê xaniyekî wî heye ku tê de jiyana xwe dibihurîne û wiha dewam kir: “Heger aliyên peywendîdar negihîjin bi hewara me ve, em ê koçber bibin. Em nizanin hewara xwe bigihînin ku, û bi ku ve biçin. Eger ev biryar neyê betalkirin, bi hezaran welatiyên vî bajarî wê koçber bibin. Piştre jî nabe PDK û YNK’ê Kurdîtiya me bifiroşin.”

Piştî 2003´yê mexdûrên Sedam ev tax ava kirin

Xisûsiyeteke vê taxa Kerkûkê ew e ku piştî sala 2003’yan ava bûye. Xelkê vê taxê di serdema rejîma Beesê de, hatibû koçberkirin ber bi bajarên Herêma Kurdistanê ve. Piştî hilweşîna rejîma Beesê, ev xelk vegeriya Kerkûkê û niha ji aliyê Rêveberiya Kerkûkê ve, xaniyên wan neqanûnî tên dîtin.

Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarokê Daqûqê û gundên derdora wê, beşeke zêde ya welatiyan ku pirraniya wan Kakeyî bûn, ji ber metirsiya DAIŞ’ê malên xwe vala kirin û li vê taxê bi cih bûbûn.

Ti kes nîne parastina wan bike

Yek ji şêniyên din ên taxê, Esraw Mefqûdîn Hejar Wirya ye. Wî jî got: “Ev nêzî salekê ye, ez li vê taxê dimînim. Di xaniyekî de bi cih bûme, niha biryar e wî jî bi ser me de hilweşînin. Ez daxwazê dikim, heger me derxin, tezmînata me bidin. Ji ber ku nabe di vê demê de bi hezaran malbatan koçber bikin. Heger em ne hejar bûna, em ê li vê taxê bi cih nebûne. Ji ber ku ev taxa hejaran e. Di demekê de ku pirraniya xelkê vê taxê ji bo Kurdbûnê qurbanî dane, niha dixwazin xaniyên wan birûxînin. Niha jî ti kes nîne parastina me bike.”

Ji sala 2014’an ve Walîtiya Kerkûkê biryar daye Çemê Xase ku di navenda Kerkûkê re derbas dibe û bajar dike du beş, bike projeyeke geştiyariyê. Ji bo vê armancê jî, plan ew e ku rêyeke şahrê li keviya çem çêkin. Bi pêkanîna vê biryarê re jî, weke xelkê taxê dibêje, wê zêdetirî hezar xaniyê werin rûxandin. 

ROJNEWS/KERKUK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.