Bi hezkirin tevlî jiyana azad bûn

În 29 Kanûn 2023 - 00:20

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gerîlayên ku li Zapê şehîd bûne eşkere kir û wiha got:“4’ê Kanûna 2023’an di êrişa dijmin a li ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl de hevrêyên me yên hêja Havîn Gabar û Delîl Tolhildan şehîd bûn. Hevrêyên me Havîn û Delîl bi hezkirin tevlî jiyana azad bûn ku di cewherê xwe de xwedî fedakarî, ked, cesaret, dilnizmî, hîsiyateke kûr, manewiyeta xurt û hêza rabûna li ber her cure zehmetiyê ye. Bi kesayetên xwe yên bi cewher di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girtin. Armanca herî mezin a hevrêyên me Havîn û Delîl ew bû ku bibin hevrêyên baş ên Rêber Apo. Bi ked û tevlîbûnên xwe yên bi cesaret a di qada şer de, gihiştin vê armanca xwe.

Weke hevrêyên wan, em soz didin ku em ê her tim li ser rêya hevrêyên xwe Havîn û Delîl xwe berpirsyar hîs bikin ku bibin layiqê wan û şerê azadiyê bi fedayîtiya Apoyî bînin ba hev. Bi van hestan di serî de malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêya me Havîn di nava malbateke ku eslê xwe Şirnexî ye de, li Aydinê hat dinê. Sala 2015’an ji herêma Bestayê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Havîn a ku hem ji bo pêşvebirina şerê tîmên bi tevger û hem jî ji bo mezinkirina berxwedana li tunelan kedek mezin da, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût û bê hesab ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Bi  kesayeta xwe ya bi kelecan û kedê avabûye bû milîtanek serketî ya xeta PKK û PAJK’ê.

Hevrêyê me Delîl li navçeya Patnos a Agiriyê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 2014'an de ji herêma Tendûrekê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Delîl di nava refên têkoşînê de hemû wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn. Bi ruhê fedayî yê Apoyî li dijî dijmin şer kir. Li ser her beşekî xaka Kurdistanê rê neda dagirkeran û heta şehadetê bû xwedî sekneke bi xwestek û biryar. Bi hevrêtiya xwe ya bi wêrek, dilnizm û sade di dilê her hevrêyê xwe de cih girt.”

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên şehîd, bi vî rengî ne:

Havîn Gabar (Canan Oral), li Aydinê jidayîk bûye, 4’ê Kanûna 2023’an li Zapê şehîd bû.

Delîl Tolhildan (Îsa Qehreman), li Agiriyê jidayîk bûye, 4’ê Kanûna 2023’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.