Bi astengiyan aştî pêk nayê!

Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:40

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya li Îzmîrê di 1'ê Tebaxê de  bi biryara Muduriyeta Bajêr û ya Wezareta Perwerdehiya Millî bi îdaya ku di ruhseta wê de pirsgirêk heye û perwerdeya ziman dijqanûnî dide hate mohrkirin. Jinan nerazîbûn nîşanî girtina komeleyê dan. Dayika Aştiyê Hediye Korkut, diyar kir ku komele bi îdiaya ruhseta wê tuneye hatiye girtin û got:"Em vê yekê qebûl nakin. Ew behsa pêvajoyek aştiyê dikin, lê ji aliyekî ve komeleyên me digirin û ji aliyê din ve jî me îşkence dikin. Em dixwazin bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û fêr bibin. Em aştiyê dixwazin, lê ew tu gavan navêjin. Aştî bi vî rengî  pêk nayê." Hevseroka Navçeya Karşiyaka ya DEM Partî Nerîman Bîrlîkler, mohrkirina komeleyê şermezar kir û got:"Ez vê pêkanînê şermezar dikim, nemaze dema ku li zanîngehên Tirkiyeyê perwerdehiya Kurdî hebe, dema ku kanalek bi navê TRT Kurdî, û dema ku hewldanên ji bo aştî û civatek demokratîk di rojevê de ne pêkanîneke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Ew tehemûlî zimanê me jî nakin. Divê hemû astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin."

Em ê dest ji zimanê xwe bernedin 

Ji Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Mezopotamyayê Rahîme Turan jî diyar kir ku nebûna zimanê dayikê tê wateya tunebûna netewan û got:"Zimanê me yê zikmakî jiyana me ye û mîna hemû mirovan, ew mafê me yê bingehîn e. Bi mîlyonan kesan ji bo zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran di zindanan de ne û heta mezelê gelek kesan jî nayê zanîn. Em vê pratîkê qebûl nakin. Em ê dev ji zimanê xwe bernedin. Bi vî awayî aştî ne pêkan e, çalakiyek yekalî çênabe; divê dewlet jî gavê bavêje. Em mohrkirina komeleyê şermezar dikin."

Sîbel Urul ya ku ji bo fêrî ziman bibe dihat komeleyê jî got:"Ez Kurd im, lê ez wek Tirk mezin bûm. Dema ku komele hate girtin ez pir xemgîn bûm. Zarokên min jî kurdî nizanin. Tenê hevjînê min dizane. Ez vê yekê şermezar dikim. Ez dixwazim zarokên min jî fêrî kurdî bibin. Ji bo gelek kesên mîna min ên ku nizanin bi kurdî û dixwazin fêr bibin ev kurs  pir girîng in."

Hevseroka Navçeya Bayrakliyê ya DEM Partiyê Nisbet Ozdilek jî diyar kir ku ew dixwazin zimanê dayikê li her derê azad be û dibistan bên vekirin, lê ew bi sînorkirinan re rû bi rû ne û got:"Divê em zimanê xwe biparêzin. Zimanê me rûmeta me ye. Ez bang li hemû jinên Kurd dikim ku di nav malbatên xwe û li derve bi Kurdî biaxivin."

JINNEWS/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.