Berxwedana topyekûn a civakê

Nûçeyên Forum

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 22:18

  • Tevgera PKK’ê di dîroka tekoşîna xwe ya nêzî nîv sedsalî de di merheleya xwe ya herî girîng û qirîtîk re derbas dibe.

XELÎL SERHED / BEHDÎNAN

Tevgera PKK’ê di dîroka tekoşîna xwe ya nêzî nîv sedsalî de di merheleya xwe ya herî girîng û qirîtîk re derbas dibe. Jixwe, şerê niha li Zê (Zap), Avaşîn û herêmên din ên Parastina Medyayê, nav lê hat kirin, ew şerê hebûn û azadiyê û di heman demê de jê re tê gotin, şerê dawiyê.

Gerîla ji bo xatirê vê pêvajoyê bêteredût çi erk û berbirsîyarî dikeve ser milê wî, amade ye û ji çar milan ve dikeve nav liv û tevgera tekoşîneke bêhempa. Ji ber ku ji her demê wêdetir, bi taybetî jî îsal yanê di sala 2022’yan de (beriya salvegera Peymana Lozanê) dijmin wê bixwaze gelê Kurd zêdetir di bin siya qirkirinê de bihêle û tine bike. Lewma Tevgera Azadiyê jî navê vî şerî lêkir û got “Şerê hebûn û azadiyê”. Li gorî vê ferasetê jî divê kar û xebatên şoreşê  ji her aliyî ve û ji aliyê her derdora civakê ve di rêgeheke rast de bê meşandin. Ji bo vê, divê di her beşa kar û xebatan de tempo bilind û performans ji sedî sed be. Hela uslûb û şêwaz di vir de hîn bêhtir girîng dibe. Divê di vî milî de cihê ûslub û şêwazê heyî bêhtir di cihê çêkirin û rastkirinê de be. Edî di vê pêvajoyê de ne bi tenê gerîla yan jî gel, topyekûn her ferdekî xwedî pîvanên civaka exlaqî û polîtîk cihê ku lê ye, ew ê bibe pêşeng û bi rola xwe rabe. Ne gel ji gerîla hêvî bike û ne jî gerîla ji gel hêvî bike. Herkes wê bi xwe xwe xwedî hêvî bike û bibe neferekî şoreşê yê neketî. Îcar serketin wê misoger be û gel û gerîla wê teqez bigihîjine zafera mayînde. Gûmana vê roja îro nemaye ji ber ku di dîroka tekoşîna me de gelek caran pratîkên vê berbiçav qewimîne û ev îsbat bûye ku yekhelwêstiya gel û gerîla timî bi xwe re serketin aniye.

Rojev berxwedana topyekûn

Ji bo gelê Kurd, rayagiştî ya cîhanê li dora xwe kom bike û bixwaze şerê gel yê şoreşgerî di welatê xwe de bide meşandin. Lê belê bi rastiya dîroka xwe ve girêdayî karektera xwe ya şerker dikare rojevekê giştî ya berxwedana topyekûn ava bike. Li ser vê rojevê dikare civakê ji bo şerekî mezin ê hebûn û azadiyê amede bike û bi rê bixe. Çawa Cihûyan di dîrokê de ji bo hebûna xwe biparêzin û bibin xwedî maf û statu, xwe hînî her şert û mercî kir û heta wan xwe gihand azadiyê şer kir û tekoşiyan. Ev mînak ji bo gelê Kurd hîn bêhtir dibe xwedî wate. Ji ber ku di sedsala bê de armanca neyarên mirovatiyê ew e ku gelê Kurd bi temamî bixe ber konsepteke qirkirinê. Ew ê ne bi tenê bi qirkirineke fîzîkî re rû bi rû bibin. Ya herî girîng, ew ê bixwazin wan bikin ber aşê qirkirineke çandî. Beranberê vê konsepta qirkirinê yekane rêya xilasiyê ew e ku di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de her derdora civakê xwe bike yek. Û bi awayekî hevgirtî bi ruhê berxwedana topyekûn, planên dijminan li ser axa xwe pûç bike.  

Encama vî şerî wê qedera gelê Kurd û mirovatiyê dîyar bike. Ji ber ku di vê sedsala nû de bi tenê PKK’ê di şexsê gelê Kurd de kariye nirxê mirovatiyê biparêze û pirsgirêkên civakê çareser bike. Îro li ser axa qedîm a Kurdîstanê yê ku ji mirovatiyê re malovantî kiriye, çawa gelê Kurd yê welatparêz e û yê ku paradîgmaya Rêber Apo ya civak, xweza û jinê diparêze û dixwaze bi pêş bixe, ji vê re bûye bersiveke herî di cih de dîsa ev gel e. Bila herkes zanibe ku ev şerê niha li çiyayên azad; Zê,Avaşîn û herwekî di cihê din tên meşandin ne bi tenê şerê PKK’ê ye an jî ne bi tenê şerê Kurd e; ev şerê tevahiya mirovatiyê ye. Ev şer di vê sedsalê de li hemberî dagirkeriyê dibe şerê dawiyê. Heger binketinek çêbe, ew ê bi giştî bandorê li mirovatiyê bike. Lewre divê herkes lez bike, beriya ku dereng bibe, bikeve di nava liv û tevgerê.

Êdî divê wijdanê mirovatiyê ji hêzên hegemon û Tirkên dagirker re bêje bes e.    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.