Berxwedana Rêber Apo qirkirina Kurdan pûç kir

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 00:05

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Mûrat Karayilan got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkaniya berxwedana gerîla ye û wiha peyivî: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê li ser xeta Rêber Apo serketina xwe misoger bikin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji ber salvegera 25’an a komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û  Gelê Kurd, gotarek nivîsî. Wî got, berxwedana îro li Zapê, xwe dispêre berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li dijî sîstema êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê.
Me hin qismên vê gotarê ji bo we neqandin:

Komploya Navneteweyî êrişeke li dijî paşeroja azad a gelê me. Ji bo gelê me bê Rêber bê hiştin, wan di bin serdestiyê de bihêlin û di qirkirinê re derbas bikin, êrişeke komploger e.

Xelkê li Kurdistanê her çendî mêrxastir û şerkertir bûn jî, lê xwedî stratejiyeke şer û ji ber vê yekê jî taktîkeke wan a taybet nebû. Sedema sereke ya vê jî nebûna rêbertiya stratejîk e. Loma jî di şerê Kurdan de zêde stratejiyek nîne. Bêyî stratejiyê ne mumkin e ku taktîkên dewlemend di pratîka şer de pêş bikevin.

Rêbertî ne tenê xwedî taybetmendiyên leşkerî ne. Rêbertî jî tê wateya kesayetên ku aliyên siyasî û çandî bi hev re dibînin, pê dijîn, têkiliyên wan ên pirr xurt bi civakê re hene, têkiliyên wan ên nêzîk bi taybetmendiyên şoreşa wê demê re hene. Dema ku Rêber Apo di vê çarçoveyê de li Kurdistanê bipêşketineke rêbertiyê pêk anî, stratejiya têkoşînê jî diyar kir û rê li ber bipêşketina pêvajoyeke girîng a dîrokî vekir.

Di Mijdara 1981’ê de di belgeya dîrokî ya bi navê “Li Kurdistanê Rola Zorê û Siyaseta Rizgariya Neteweyî” de Rêber Apo, çarçoveya stratejiya têkoşînê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi awayekî herî berfireh derxistiye holê. Weke ku tê zanîn ev pêvajo bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi rûmet, li ser esasê amadekariyên bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd, bi awayekî fermî hate destpêkirin. Bingeha gerîlaya fedaî, îdeolojiya Rêbertiyê ye.

 

Şer tu çi bî wê nîşan dide

Şer warê herî girîng e ku mirov taybetmendiyên xwe yên giyanî yên rast tê de îfade dike. Dibe ku em bibêjin, ew warekî yekane ye. Meydana şer derew û seranserbûnê qebûl nake. Sekin û cewhera mirov çi be, di pratîkê de jî ew e. Dibe ku bi çend hevokan ravekirina vê yekê hinekî zehmet be, lê ev rastiyeke pirr girîng û balkêş e. Di kesayeta civakî ya Kurd de şêwazekî şer heye. Ev şêwazê şer zêdetir dişibe şerê meydanî, şerê pozîsyonê yan jî duelê. Zêde jîrbûna wî (mîna ku çînî jê re dibêjin xapandin) û nermbûna taktîkî tine. Di vî warî de şêwazekî şer ê ku em dikarin jê re, şerê mil bi mil jî bi nav bikin, di psîkolojiya mirovê Kurd de zêdetir li pêş e.

Rêbertiyê ji bo vê li pey xwe bihêle, gelekî hewl da. Rêbertiyê analîzên kûr û pirralî kirin. Ya rast, hewl dida taktîkên lêdan û kemînê yên gerîla bi mînakên ji jiyana xwe bide fêhmkirin, mîna ku di zaroktiya xwe de çawa li hemberî Cimoyê jê mezintir kemîn daniye û ew têk biriye. Rêber Apo ji bo ku xeta gerîla li Kurdistanê ava bike, neçar ma serî li hewldan û tedbîrên giran bide. Li ser vî bingehî bêhejmar ferman dan û analîz bi pêş xistin; tenê bi hewldaneke pirr xurt a derbarê şêwazê gerîla de hin bûyerên rast pêk hatin.

 

Civak ji nemanê xelas kir

Asta herî pêşketî ya şêwazê şerê berê yê Kurdistanê, şêwaza şerê Pêşmerge ye. Şêwaza şerê pêşmerge ne şêwazê şerê gerîla ye. Şêwazek e ku her tim xwe dispêre dewletek yan jî herêmeke rizgarkirî. Helbet ev yek jî nîşaneya berxwedanê ye û dema ku ev şert û merc çêdibin Pêşmerge jî şer dike, lê ji ber heman karakterê xwe, ne şêwazek e ku di nav xetên navxweyî yên welatekî de, di nav dorpêçê de têkoşînê bike. 
Rastiya civakî ya ku li ber mirinê bû li ber xwe da û bi şeklê serhildanê daket meydanan. Yanî xeta têkoşîna gerîla ya ku Rêber Apo li Kurdistanê bi pêş xist, di rastiyê de civaka Kurd ji tinebûnê rizgar kir. Bi hatina ser xwe ve, bûye rastiyeke civakî ya ku li pêşberî êrişên dijmin serî natewîne,  xwe, nasname, çand û axa xwe diparêze, ji bo wê têdikoşe û zarokên xwe ji bo wê mezin dike. Bê guman xeta îdeolojîk ji bo bi destxistina vê esas e, lê belê gerîlayê bi vê xeta îdeolojîk rabûye, bi rola sereke rabûye. 

 

Rêbertiya taktîkî kêm ma

Di navbera Gerîla û Rêbertiyê de girêdaneke pirr xurt a ku qut nabe, heye. Gerîla rastiyeke fedakariya mezin û îradeyeke bilind e, ku belkî li cîhanê mînakên wê kêm in. Gerîla civakek e ku ne ji bo xwe, ji bo civaka xwe dijî, ji bo civak û nirxên ku pê bawer dike, jiyana xwe feda dike û bi tevahî xwe dide civakê. Gelê me gerîla weke çavê xwe dibîne û dixwaze her tim bi ser bikeve. Gerîla tevî zehmetiyan hemûyan, êşên ku kişandiye û hemû berdêlên ku daye jî, gerîla her tim bi îdeala ku bûye şervanekî layiqî Rêbertiyê û gelê xwe têdikoşe. Ji ber vê girêdana manewî ya pirr xurt, dek û dolab hemû têk çûn.

Pêngava Rêbertî ya Apoyî li Kurdistanê weke rêbertiyeke stratejîk pêk hat, lê belê rêbertiya taktîkî di heman tempoyê de bi cih nehat. Ev yek bi temamî mijareke rexnekirin û rexnedayinê ye. Rêber Apo dema vê rewşê dinirxîne, vê yekê ji bo xwe weke mijara rexnedayinê dinirxîne. Bi esasî yên ku divê rexnedayinê bide em in. Divê ev yek bi şênberî bê destnîşankirin û ya pêwîst bê kirin.

 

Gerîla hewldanên qirkirinê şikandin

Bêguman hewldanên ji bo bidawîkirina vê kêmasiyê hertim hebû. Ji bo xeta leşkerî ya Rêbertiyê bi cih bê anîn, hewldanên berfireh hîna jî hene. Heger ne ji pêngava taktîkî ya dema nû ya gerîla bûya, dibe ku dewleta Tirk a qirker faşîst di 8 salên dawî de encam bi dest bixista. Lê belê li gel sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê, pêngavên nû yên taktîkî yên gerîla, bi taybetî jî bipêşketina di asta pisporiya rêbaza şerê tîm ê nîv bi tevger ê li qadê û ya herî girîng jî derbaskirina şer ji ser erdê ber bi binê erdê ve, bi şerê berxwedana binê erdê û şerê tîmê nîv bi tevger ê li ser erdê re pîlana dewleta Tirk a qirker faşîst hate têkbirin. Artêşa Tirk tevî ku teknolojiya herî pêşketî ya demê, çekên qedexekirî bi kar tîne û piştgiriyê ji PDK’ê û hêzên navneteweyî werdigire jî nikare encamê bi dest bixe. Sedema vê yekê jî asta gerîla ya bi hewldanên pêngavên taktîkî û ruhê fedaî yê li ser xeta Rêber Apo ye.

Gerîla îro di fedaîbûnê de gihîştiye asta bilind û mîna ku di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê de tê dîtin performanseke pêşketî nîşan dide. Ev hemû nîşan dide ku gerîlayên sedsala 21’ê divê çawa be. Ev rewş ji aliyekî ve mînakekê dide çînan û gelan ên ku li hemberî hêzên xwe dispêrin teknolojiya bilind şer dikin, li aliyê din jî ji bo rawestandina rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ku faşîst, tûranî û qirker e û dixwaze li Rojhilata Navîn bibe hêzeke emperyal, ji bo gelê me ji aliyê têkoşîna hebûn û azadiyê, ji bo gelan hemûyan jî ji aliyê paşeroja demokratîk ve rastiyeke berxwedanê ya dîrokî, girîng û hêja nîşan dide.

 

Gerîla dilsozê Rêber Apo ye

Bêguman heger ev rastiya berxwedanê îro di vê astê de tê meşandin, çavkaniya wê ya herî girîng hewldanên Rêber Apo yên 50 salan e, her wiha berxwedana xeta îrade, sebir û hunereke bêhempa ya li dijî Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê ye. Gelekî girîng e ku ev xeta Rêbertiyê ji aliyê leşkerî ve gerîla gihandiye vê asta girîng a dîrokê, teknolojiya herî pêşketî ya serdemê têk dibe, li hemberî wê berxwedanê diafirîne û performanseke xurt bi cih tîne. Ev yek hewldanek ji bo bidawîkirina wê kêmasiyê ye ku xeta leşkerî ya Rêber Apo di dîroka me ya têkoşînê de bi cih nehate anîn, asta fermandarbûyînê nehate bidestxistin. Em vê yekê gelekî mezin nakin, lê belê rastiyeke ku pêşketineke nebiçûk hatiye bidestxistin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi temamî dilsozê xeta Rêber Apo ne, ew ê serketinê teqez misoger bike, di têkoşîna hevrêtiya têrker a bi Rêber Apo re wê encamên diyarker bi dest bixe, bi vê yekê re wê komploya navneteweyî têk biçe. Hevrêyên ku di vê têkoşînê de destanên lehengiyê afirandin û şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim, dixwazim destnîşan bikim ku bi fermandariya wan di xeta Rêber Apo de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê weke hêzeke ku têk naçe wê serketinê misoger bike û xwedî vê biryardariyê ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.