Mizgîniya Newrozê!

Şemî 16 Adar 2024 - 01:45

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku ew ê weke tevger di Newrozê de mizgîniyekê bidin gelê xwe. Karayilan di daxuyaniya xwe de wiha got:’’Weke rêveberiya tevgera me, di vê Newrozê de, di nava çend rojên pêş me de, em ê mizgîniyekê bidin gelê xwe. Em ê vê mizgîniyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihînin. Di bilindkirina têkoşînê de wê bibe amûreke pirr girîng û roleke xwe wê hebe. Ev mizgînî wê di rojên pêş me de bê ragihandin û weşandin. Di vê çarçoveyê de careke din Newroza tevahiya gelê me û tevahiya gelan bi dil û can pîroz dikim û dibêjim ‘Bijî Bijî Newroz’.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.