Bendavên Tirkiyeyê Iraqê dikin çol

Pêncşem 12 Gulan 2022 - 21:21

  • Ji ber bendavên ku Tirkiye li ser rûbarên Dicle û Firatê çêdike, Iraq roj bi roj ber bi çolbûnê ve diçe û tê pêşbînîkirin ku piştî 20 salên din, li Iraqê krîza avê bide der.

MIHEMED CIBÛRÎ / ROJNEWS / BERXDA

Ji ber bendavên ku Tirkiye li ser rûbarên Dicle û Firatê çêdike, Iraq roj bi roj ber bi çolbûnê ve diçe û tê pêşbînîkirin ku piştî 20 salên din, li Iraqê krîza avê bide der.

Li Iraqê rêjeya hişkbûna xakê û erdên çolistan zêde bûye. Li gorî pisporên avhewa û jîngehê, sedem kêmbarîna baranê û kêmbûna ava Dicle û Firatê ye.

Pisporê Avhewayê Sediq Etiye li ser mijarê ji Rojnews’ê re got, “Li Iraqê rêjeya çolistanê gihîştiye ji sedê 70’yî û dibe ku zêdetir bibe. Di sala 2040’î de li Iraqê dibe ku krîza avê bide der. Rûbar jî hişk dibin, dimiçikin. Divê hikûmeta Iraqê pîlaneke stratejîk ji bo çareserkirina krîza rûbar û golan hebe. Heger pîlanek niştimanî ji bo daristanan nebe, Iraq wê di havînê de bibe jîngeheke tozî û germ.”

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), di encama guhertina avhewayê de ku li ser asta cîhanê û Iraqê rû daye, salene Iraq nêzîkî 100 hezar donim zeviyên çandiniyê ji dest dide.

Asta rûbarê Firatê ku ji Tirkiyeyê diherike Sûriye û Iraqê, kêm bûye. Kêmbûna ava Firatê metirsî li ser jiyana welatiyên Sûriye û Iraqê di warê av û avdaniyê de çêkiriye.

Pisporê Stratejiyê Elî Mehdî got, “Li ser rûbarên Dicle û Firatê çêkirina bendavan, gefê li Iraqê dike. Mijara çolbûnê bûye pirsgirêkeke aloz û helwêsta hikûmetê jî nezelal e”

Elî Mehdî li ser mijarê, hikûmeta Iraqê xemsar dibîne: “Hikûmeta Iraqê bernameyek ji bo çareserkirina krîzan nîne. Destdirêjiya li dijî Iraqê bi riya şerê avê ye. Pêwîstî bi bertekeke cidî ya hikûmetê heye ku di asta van metirsiyan de be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.