‘Bela xwe ji rojnamevanan vekin’

Sêşem 6 Tîrmeh 2021 - 03:55

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamevanan a Hezîranê eşkere kir. 


DFG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zext û sansura li ser çapemeniyê û rojnamegeran û got: “Di Hezîranê de me tevan careke din mînakên ‘çawa rojnamevanî nayê kirin’ bi çavê serê xwe dît. Rojnamevanên ku bi dewlet, çete û mafyayê re bi hevkarî karê vî pîşeyî dikin, dibin rûreşiya vî pîşeyî û wêneyê şermê. Ya rastî tîpa ku muqtedîr dixwazin ev tîpa rojnamevanan e. Lê divê bê zanîn ku heta rojnamevanên rastî û heqiqêtê bi civakê re par ve dikin hebin, bermahiyên mafya dê nikaribin wekî xwe bijîn. Wekî din divê yên vî welatî bi rê ve dibin zanibin ku rojnamevan ne di bin fermana ti kesî de ne. Rojnamevanên ku bi fermanê nûçeyan çê dikin û li gorî daxwaza îqtîdarê rojevê diyar dikin, ew ne rojnamevan in. Ji ber vê yekê careke din fêdeya dubarebûnê heye; Bela xwe ji rojnamevanan vekin. Zextên li ser rojnamevanan bi dawî bikin. Dawî li sansura çapemeniyê li binpêkirinên mafan bînin.”
 


Rehetî ji rojnamevanan re tineye

DFG’ê di raporê de binpêkirinên mafan ên Hezîranê wiha rêz kirin: 


- 2 rojnamevan hatin binçavkirin.


- 2 rojnamevan hatin girtin. 


- Êrişî 8 rojnamevanan hat kirin. 


- Li 2 rojnamevana gefa sîxuriyê hat xwarin. 


- Rojnamevanên li qada nûçeyê hatin astengkirin: 7 bûyer 


- Derbarê 6 rojnamevanan de lêpirsîn hat vekirin.


- Li 4 rojnamevanan doz hat vekirin.

- Li 3 rojnamevanan 8 sal 5 meh û 2 roj cezayê hepsê hat birrîn.


- 96 rojnamevan tên dadgehkirin.


- Li girtîgehan binpêkirineke mafên rojnamevanan qewimî.


- RTUK’ê 3 caran ceza birrî.


- 21 nûçe, 2 malperên înternetê, 33 naverokên medya dîjîtal hatin astengkirin.


- Rojnamevanek ji kar hat derxistin.
 

- 68 rojnamevan girtî ne (agahî li 5’ê Tîrmeha 2021´ê ye). 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.