Bêhtirî 20 koçberan kuştine
În 29 Tîrmeh 2022 - 22:42
- Desthilatdariya Belarûsê ti tedbîr ji bo çûyîna 2 hezar û 500 koçberên ber bi sînorê Lehistanê ve nestendiye.
Ji Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), Philippe Gonzalez Morales ragihand ku zêdetirî 20 koçberan ji ber tundî û binpêkirinên li ser sînorê Lehistan û Belarûsê jiyana xwe ji dest dane.
Philippe Gonzalez Morales da zanîn ku nobetdarên Lehistanê li dijî koçberên ku ji sînor derbas dibin, ava bi şid bi kar anîn û got: “Li daristanên di navbera sînorê Lehistan û Belarûsê de 20 koçberan jiyana xwe ji dest daye.
Desthilatdariya Belarûsê ti tedbîr ji bo çûyîna 2 hezar û 500 koçberên ber bi sînorê Lehistanê ve nestendiye.”
Di sala 2021’an de bi hezaran koçber ku pirraniya wan ji Başûrê Kurdistanê bûn, xwestin ji sînorê Belarûs û Lehistanê derbasî Ewropayê bibin. Di navbera her du welatan de krîzeke mirovî çêbûbû û piştre beşek ji wan koçberan jî vegerandibûn Başûrê Kurdistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN