Koçer ji terora Tirk direvin

Sêşem 13 Tebax 2024 - 02:35

Koçerên li Herêma Biradostê ji ber bombebaran û êrişên berdewam yên dewleta Tirk a dagirker, bêgav dimînin ku zozanên xwe berdin.

Her ku diçe ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, êriş, dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê berfireh û zêdetir dibin.

Li gorî agahiyên berdest koçerên li Herêma Biradost ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji ber bombebaran û êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker, çiya û zozanên xwe berdidin.

Ji ber êrîşên Tirk koçberên herêmê mal û dewarên xwe kom dikin û herêmê ber didin.

Hêjayî gotinêye ku li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û valekirina bi dehan gundan, di encama êriş û bombebaranên artêşa Tirk de, bi dehan şivan û koçerên li zozanên sînorê Hewlêr û Dihokê şehîd û birîndar bûne.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.