Hepsa li ser avê!

Çarşem 2 Tebax 2023 - 14:20

Ji bo yên bi rêyên neqanûnî derbasê Ingilistanê bibin, wê di demeke nêz de navendeke koçberan li ser avê bê vekirin. Hat ragihandin ku wê navenda koçberan di demeke nêz de bê vekirin.

Hikumetê diyar kir ku wê navend di demeke nêz de li Portlandê bê vekirin û ‘’mêvanên xwe yên ewil’’ bihewîne. Divê navend bihata vekirin, lê ji ber rîska ku wê agir pê bikeve, vekirina wê derengî ket.

Ingilistan ji bo kêmkirina zexta li ser pergala penaberiyê, wê 500 mêrên 18-65 di vê navendê de rabigire. Sala çûyî ji bo xwe bigihînin Ingilistanê nêzîkê 45 hezar kes bi rêyên qaçax ji Behra Manşê buhurîn û gihîştin Keyaniya Yekbûyî.

Bi qanûneke nû li Ingilistanê, ji bo girtina rê li ber penaberiyê û astengkirina serlêdana ji bo pênaberiyê tê armanckirin. Li gor tevdîrên nû, yên bên girtin ya wê li welatê xwe bên vegerandin ya jî wê derî sînorê welatekê bi ewlehî bên kirin û wê vegera li Ingilistanê bê qedexekirin.

Mebesta hikûmetê ew bû ku hinek ji yên bêyî destûr hatine bişîne Rûandayê, lê meha çûyî Dadgeha Temyîzê biryar da ku ev kirin ne qanûnî ye.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.