Li Kurdistanê koçerî xwedî dîrokeke kevnar e. Li dijî modernîteya kapîtalîzme koçer, çanda dîrokî ya komînal diparêzin. Koçerî jiyaneke komînal e. Koçer hemû karî bi hev re dikin û jiyana parvekirinê esas digrin. Bi modernîteya kapîtalîst ve takekesî pêşketiye, lê koçerî berovajî vê yekê li dûrî modernîte jiyaneke bi hev re û parvekirinê esas digrin. Bi demsala biharê re barê wan li ser mile wan ê û dadikevin çiya û zozanan. Heta demsala payîzê jî li zozanan dimînin. Debara wan jî li ser xwedîkirina sewalan e. Helbet zor û zahmetiyên koçeriyê jî hene. Her demsalekê li warekî ne. Mala wan her li ser milê wan e. Rêya wan dûr û dijwar e. Bi hincetên “Ewlehiyê” dewletê gelek zozanên Kurdistanê qedexê kirinê. Ew qedexê jî herî zêde li ser koçeran bandor dike. Her wiha zexta lêşkeriyê hertim li ser wan e. Sixurtiyê li ser wan ferz dikin û dema ew li dijî vê yekê tên neçar dimînin ku koçber bibin û cihe xwe biguherînin. Dema zivistan tê vedigerin deştê jî vê carê rastî zextên gundî û welatiyên bi cih bûne tên. Ji bo bikarin li cihekî konên xwe vegrin û zivistanê li wir derbas bikin pereyekî zede didin gundiyan. Koçer hem rastî zext û astengiyên dewletê tên, hem jî rastî astengiya gundiyan tên. Di nav vê zahmetiyê de ew jî hewl didin jiyana xwe bidomînin. Li Şirnexê koçerên ku di demsala biharê de diçin zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos, Feraşîn û Kela Memê bi demsala payîzê re vêgeriyan deştê û ji bo derbas kirina zivistanê konên xwe vêgirtinê.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî koçerên ku li zozanên Kato Jîrkî, Kato Marînos,Feraşîn û Kela Memê bûn bi hatina demsala payîzê re vêgeriyan deştê. Koçerên ku li gundê Arbo ya Hezexê di bin kontarê çiyayê Bagoke de konên xwe vêgirtinê dê demsala zivistanê li vir derbas bikin.
AW/ŞIRNEX