64 koçberên Kurd rizgar bûn

Nûçeyên Cîhan

Duşem 19 Hezîran 2023 - 15:11

Pêr bi şev keştiyeke koçberên Kurd ku jineke ducanî nav de 64 kes tê de bûn, piştî bi saetan di deryaya Egeyê de asê ma, ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên Yewnanistanê ve hatin rizgarkirin.

Rojnamevan û Çalakvanê Mafê Koçberan Renc Piştderî diyar kir ku piştî agahdarkirina tîmên rizgarkirinê yên Yewnanistanê, bi hewara wan çûn û hemû rizgarkirin. Her wiha destnîşan kir ku di nava rêwiyan de jinek ducanî û zarok jî hebûn.

Hêjayî gotinê ye ku di şeva 13 û 14’ê Hezîranê de, keştiyek ku koçber tê de bûn li peravên Nîvgirava Peloponezê noqî binê avê bûbû. Li gorî bîlançoya fermî di encamê de 79 kesan jiyana xwe ji dest dan. 104 kes hatin rizgarkirin. Ji kesên hatin rizgarikrin 47 jê ji Sûriyeyê, 43 jê ji Misrê, 12 jê ji Pakistanê û 2 jî Filistînî bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.