Koçer çûne zozanên hênik

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 30 Hezîran 2023 - 15:16

RÛKEN POLAT / MA / MÛŞ

Koçerên ku di mehên zivistanê de sewalên xwe li navçeyên Şirnex, Riha û Mêrdînê xwedî dikin, bi germbûna hewayê re berrê xwe didin zozanan. Hin koçeran sewalên xwe anîn zozanên gundê Qerehemze yê Mûşê yê ku di sala 1993’yan dewleta Tirk şewitand. Koçer piştî ku 3 ta 4 mehan li vir dimînin, dîsa wê vegerin navend û navçeyên germ. Malbata Tûghan a 20 nefs, ji van koçeran in. Ew xwarinê, penîr û heta dotina şîr jî bi hev re dikin. 

Rêûresma pêşiyan e

Atîfe Tûghan a 55 salî dibêje, “Jiyana me her tim di nava liv û tevgerekê de ye. Gundekî me û erdekî me nîne. Em zozanên mirovan kirê dikin û debara xwe dikin. Em li her zozanê 4-5 mehan dimînin. Carna em zehmetiyê dibînin, bi taybetî dema baran dibare, em di konan de perîşan dibin. Tevî hemû zehmetiyan jî dest jê bernadin.” 

Tûghan dibêje, ew bi zor debara xwe dikin, 3 şivanên wan hene. Şivanan ji bo 6 mehan digirin ji xwarina wan heta cihê lê dimînin, ew pêdiviyên wan pêşwazî dikin: “Yekane tişta di nava jiyanê de ji me re dimîne ew e ku em hewceyî kesê nebin. Zilam pez didoşin û em jin jî karê şîr û penîr dikin. Lê dîsa zilam carnan alîkariya me dikin.” 

Tûghan, anî ziman ku berhemên ku hildiberînin li Sêrtê difiroşin banedarekî û got:“Em ji bapîr û dapîrên xwe ve wiha ne. Êdî berdewamkirina vî karî bûye deynê stûyê me. Ev rêûresmek e û em dixwazin vê bidomînin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.