Lee Me Kyeoung henermendeka ji Seulê ye. Ew bi marketên li Koreya Başûr dikeve û van marketan bi qelemê xêz dike. Paşê jî van marketan bi rengên xweşik boyax dike. Marketên ku xêz dike ew market in ku bêdeng û aram in. Her wiha balkêş in jî ev market.
Marketên ku ew xêz dike di nav kulîlk û daristanan de ne. Di xêzên wê de detayên pirr xweşik hene ku aramiyekê bi mirovî re çêdikin û mirov bê hemdê xwe ji marketên ku ew xêz dike hez dike. Marketên ku Le Me Kyeoung xêz dike bêhtir marketên dûrî bajêr ên jibîrkirî ne. Yanî ew bi marketên qerebalix ên ku tije ne daneketiye û marketên dûrî bajêr ên ku hîseke tenêtiyê bi wan re heye xêz dike.
Di esasê xwe de ew bûye şahid ku marketên bi vî rengî roj bi roj tine dibin û ji dêvla van marketan de marketên mezintir ava dibin. Le Me Kyeoung ji bo ev market winda nebin û tim di bîra xelkê de bimînin xêz dike. Yanî bi riya hunerê van marketên xweşik mayînde dike. Le Me Kyeoung dibêje, “Her ku em deriyê van marketan vedikin û dikevin hundirê wan bîranînên me tên bîra me.”
SEUL