Lehiyê Kore da ber xwe

Nûçeyên Cîhan

Duşem 17 Tîrmeh 2023 - 00:53

  • Li Koreya Başûr di nava 3 rojan de, avê da ser gelek herêmên welêt.

Li gelek herêmên Koreya Başûr ji ber lehiyê, herî kêm 33 kes mirin û 30 kes winda ne. 

Li Koreya Başûr di nava 3 rojan de, avê da ser gelek herêmên welêt.

Wezareta Karên Hundir daxuyaniyek da û ragihand ku di encama barana xurt de 33 kes mirine û 30 kes jî winda bûne. Hat diyarkirin ku pirraniya qurbaniyan, ji ber ku erd heziyaye, di bin axê de mane, yan jî li ber avê çûne. Pirraniya xelkê li eyaleta Bakurê Gyeongsangê mirine.

Wezaretê destnîşan kir ku li herêmên herî zêde bandor li wan bûne, mal bi temamî hilweşiyane. Li devera Goesan a li navendê, biryara tehliyekirina zêdeyî 6 hezar û 400 kesan hat dayîn. Fikar hene ku bîlanço girantir bibe.

Heta roja Çarşemê dibe ku baran hê jî xweş bike. Koreya Başûr di werza mûsona havînê de ye, û vî çaxî timî lehî lê radibin.

SEÛL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.