Bi malbatî nivîskar in

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 00:45

  • Nivîskara Koreyî Han Kang ku berê xelata Man Booker girtibû vê carê Xelata Nobelê a Wêjeyî wergirt. Kang yekem nivîskara Koreyî û yekem jina Asyayî ye ku vê xelatê bi dest xistiye.

FIRAZ BARAN

“Ez romanên xwe ne bi coş û hêz bi biryardarî dinivîsim.” Han Kang (Rojnameya Chosun, 10.10.2024)

Komîteya Xelata Nobel a Wêjeyê ji bo xelata 2024’an nivîskar Han Kang (53) hilbijartiye û ji bo nivîskariya wê gotiye; “ji bo pexşenên wê yên ku bi travmayên dîrokî re rû bi rû dimînin û şikestinên insanan nîşan didin…” em vê xelatê didin Han Kang. Kang yekem nivîskara Koreyî û yekem jina Asyayî ye ku vê xelatê bi dest xistiye. Xelat duh na pêr hate eşkerekirin. Rojnameyên Chosun û Donga yên ku li Koreya Başûr têne weşandin, bi berfirehî qala mijarê kirine. 

Han Kang beriya ku xelata Nobelê bigire di sala 2016’an de bi romana xwe ya “Vejeteryan” Xelata Man Booker a Navneteweyî wergirtibû. Ew li dinyayê bi vê xelatê bêhtir hatibû naskirin. Han Kang di berhemên xwe de li ser şidet û tesîra wê disekine. Rojnameya Chosun di nûçeya xwe de qala romana Vejeteryan dike û dibêje: “Pirtûka ku Han Kang xist nav nivîskarên navdar ên cîhanê, romana wê ya Vegeteryan e. Karaktera sereke Yeong-hye ye, ku piştî xewnên tund xwarina goşt red dike. Bawer dike ku ew vediguhere darekê. Karakterên derdora Yeong-hye mêrê wê, tiyê wê û xwişka wê ya mezin e. Vejeteryan li Koreyê bi zêdetirî 1 mîlyon kopî hatiye firotin. Han Kang, ligel wergêr Deborah Smith, yekem nivîskarê Koreyî ye ku ji bo vê romanê Xelata Booker a Navneteweyî ya 2016an wergirtiye.”

Karakterên wê axlebe jin in

Evîn li Yeosu: Wêje birînên mirovan vedibêje. Gelo wêje çiqas xurt e. Nivîskar vê mijarê dikole.

Xezala Reş: Behsa jinekê dike ku li bajêr dijî û hafizeya xwe winda dike.

Ba Difire Biçe: Hunermendeke jin a serkeftî dimire. Mirina wê ya bi guman, bîranîn û êşa wê tîne ziman.

Dema Yewnan: Jina ku xeberdana xwe winda dike. Ew behsa bêdengiya jiyana wê û zimanekî kevn ê windabûyî dike.

Zarokek Tê: Ew li ser qurbanî û êşên Tevgera Demokratîkkirina Gwangju disekine.

Han Kang mirovên bindest nîşan dide. Zextên ku di pêvajoya bidestxistina azadiyê de rû bi rû mane îfade dike. Karakterên wê ji mirovên têkoşer pêk tên. Ya herî girîng, piraniya karakterên sereke yên Han Kang jin in.

Ji malbatake nivîskar e

Han Kang ji malbatek nivîskar tê. Bavê wê Han Seung-won (85) û birayê wê Han Dong-rîm romannivîs e. Hevjînê wê Hong Yong-hee jî rexnegerê wêjeyê ye. Rexnegerê wêjeyê Jeong Myeong-gyo li ser pirtûkên Han Kang dibêje: “Han Kang ne romannivîseka populer e. Ew romannivîsek avangard e (Nûjen-Kesê ceribandinî dike). Ji destpêkê ve xwestek a wê ya xurt hebû ku bi şêwaza nivîsandina xwe bimeşe. Wê bi domdarî riya xwe meşiya, bûyerên girîng ên dîroka Koreyê yên wekî 18ê Gulanê û 3ê Avrêlê lêkolîn kir. Di destpêkê de zêde bal nekişand. Demek dirêj bi çolê nefêmkirinê re têkoşîn kir. Piştre ji çar aliyên cîhanê reaksiyonên erênî dest pê kirin. Ji wê gavê û pê ve, hunera wê bû nirxek.”

Wêneyekî malbatê

Wêneyê ku me li jor parve kiriye di sala 2005 de hatiye girtin. Ji çepê ber bi rastê: Hevjînê xwe rexnegerê wêjeyê Hong Yong-hee, nivîskar Han Kang, diya wê Lim Gam-won û bavê xwe nivîskar Han Seung-won. Bavê wê sala 1988an ji bo pirtûka ‘Rêwî li ser Peravê’ Xelata Wêjeyî ya Lee Sang wergirtiye. Han Kang jî sala 2005 Xelata Wêjeyî ya Lee Sang werdigire. Bi vî awayî, ew dibin malbata yekem ku wekî bav û keç Xelata Wêjeyî ya Lee Sang bi dest xistine.

Kurtejiyana Han Kang

Han Kang di 27ê Mijdara 1970ê  de li bajarê Gwangju (Koreya Başûr) ji dayik bûye. Wê li Dibistana Bilind a Keçan a Pungmoon xwendiye. Di sala 1993an de li Zanîngeha Yonsei Beşa Ziman û Wêjeya Koreyî mezûn bûye. Paşê di weşanxaneyekê de xebitiye.

Çend pirtûkên romannivîs Han Kang ev in:

Evîn li Yeosu (1995-322 rûpel), Xezala Reş (1998-440 rûpel), Fêkiyê Jina min (2000-328 rûpel), Destên te yên Sar (2002-330 rûpel), Vegeteryan (2007-247 rûpel), Ba Difire Biçe (2010-390 rûpel), Dema Yewnan (2011-194 rûpel), Zarokek Tê (2014-216 rûpel), Xatir Naxwaze (2021-329 rûpel).

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.