Koreyan fuze avêtin hev

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 02:41

  • Li gorî Seulê, ji Şerê Koreyê yê 1953'an û vir ve, ji dema cihêbûna herdu Koreyan û vir ve, ev cara yekê ye ku fuzeyeke Koreya Bakur li cihekî nêzî bejahiya Koreya Başûr dikeve.

Koreyên Bakur û Başûr fuze avêtin hev. Rêveberiya Koreya Bakur a li Pyongyangê bêhtirî 10 fuzeyan avêtin Koreya Başûr, yek ji wan kete nava sînorê deryayî yê Koreya Başûr. Koreya Başûr jî weke bersiv 3 fuze avêtin ber bi aliyê bakur ve. 

Yek ji fuzeyên balîstîk ên menzîlkurt ji xeta sînor a deryayî bihurî. Li ser vê yekê bi alarmê ji xelkê girava Ulleungdoyê hate xwestin ku bikevin stargehan. Girava Ulleungdo ser bi Koreya Başûr e, 120 kîlometreyan li rojhilatê nîvgirava Koreyê ye.

Li gorî Seulê, ji Şerê Koreyê yê 1953'an û vir ve, ji dema cihêbûna herdu Koreyan û vir ve, ev cara yekê ye ku fuzeyeke Koreya Bakur li cihekî nêzî bejahiya Koreya Başûr dikeve.

Koreya Başûr jî weke bersivdanê sê fuze ji bejahî ber bi hewayî ve avêtin, her wiha topbaran kir. Rayedaran diyar kir ku qederê 100 topî hatine avêtin.

Serokkomarê Koreya Başûr ji bo "tedbîrên hişk û bi lez bêne wergirtin û Koreya Bakur berdêla giran a provokasyonan bide" ferman da.

Koreya Başûr gelek rêyên bejahî yên li ser Derya Rojhilat girtin.

Seul û Washington niha bi navê "Vigilant Storm" (Bahoza Hişyar) mezintirîn tetbîqata hevpar a hewayî li dar dixin. Bi sedan balafirên şer ên herdu welatan tevlî tetbîqatê dibin.

Sekreterê Partiya Karker a Koreya Bakur, Pak Jong Chon tetbîqat weke "êrîşkarî" û "provokatîf" pênase kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.