Bîner dibin parçeyê hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 17 Hezîran 2024 - 00:19

Hunermenda Koreyî ya bi navê Kimsooja ku bi hunera hevçax û têgehî re mijûl e, li Boorse de Commerce ya Parîsê enstalasyonekî nû çêkir. Kimsooja di enstalasyona xwe ya bi navê “To Breathe – A Constellation” li qubeya avahiyê eynikan bi cih kiriye û bi vî awayî rastiya li wir vediguherîne tiştekî din. 

Ew bi vê estalasyona xwe her wiha mîmariya Tadao Ando yê Japonî jî bi bîr tîne.

Gava serdêr diçin hundirê avahiyê di eynikê de bedana xwe dibînin û xwe yekser di nav berhema hunerî de dibînin. Ji xwe xema hunermend jî ewe ku serdêran bikşîne nav berhema xwe û bike ku ew jî bibin parçeyekî enstalasyonê. Kimsooja ji bo hunera xwe dibêje; “Hin tişt hene weke av û hewayê em ê qet nikaribin bibin xwediyê wan lê dixwazim hin karan bikim ku em karibin bi her kesî re parve bikin.”

Serdêrên diçin li avahiyê digerin hem li hunerê temaşe dikin u hem jî dibin parçeyekî hunerê. Kimsooja bi vê berhema xwe dixwaze em li ser sedem û encamên çalakiyên xwe rawestin û ev çalakiyên me bi çi awayî tesîrê li hafizeya kolektîf dikin bifikirin.

Enstalasyona Kimsooja di çarçoveya pêşangeha “Le monde comme il va” de heya 2’yê Îlona 2024’an ew ê li Boorse de Commerce were nîşandan. 

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.