Bêdeng nemînin

În 2 Sibat 2024 - 03:55

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin û 101 roj in agahî jê nayên girtin bi sernavê "Rojnameger Silêman Ehmed 101 rojin di bin zilmê de ye" daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku PDK dev ji kiryarên xwe yên derhiqûqî berde û bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê yên cîhanê kir ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. Daxuyaniya DFG'ê wiha ye:"PDK û rêveberiya Başûr çav û guhên xwe girtine, qet deng nabihîsin, qet bersiv nadin. Gelo Silêman Ehmed di çi rewşê de ye, jiyana wî di bin tehlûkeyeke çawa de ye, kes nizane. Lewma tevahiya heval û hogirên wî, malbata wî ji vê rewşê bi fikar in. Em bi awayekî vekirî dibêjin ku PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe sûc dikin. Ji ber ku sûcdarin jî, xwe bêdeng dikin. PDK û rêveberiya Başûr bi vê helwesta xwe ji welatên herî paşverû bêhtir li paş maye û tevahiya nirxên mirovahiyê bin pê dike. Ev nêzîkatî polîtîkayeke qirêj û pir xeter e. Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in û dixwazin tavilê agahiyekê jê bigirin. PDK bila dev ji van kiryarên xwe yên derhiquqî berde û Silêman Ehmed serbest berde. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên rojnamegeriyê û raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo Silêman Ehmed bêdeng nemînin û doza azadiya wî bikin. Bila bê zanîn ku tu hêz nikare dengê rojnamevanên birûmet qût bike!"

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.