Bazara qirêj senaryoya kurmî
Pêncşem 13 Tîrmeh 2023 - 05:18
Bazarên qirêj ên dewleta Tirk ên ji bo erêkirina endametiya NATO´yê ya Swêdê bi encam bûn: Tikriyeyê vetoya xwe rakir. Kurd jî di vê bazarê de ne. Rojnamevanê Kurd ê li Swêdê Kurdo Baksi, tawîzên ku Swêdê di nava salekê de dan Tirkiyeyê bi bîr xistin û got, “Beriya Civîna li Vilniusê, çi xirabiya wê li Kurdan bikirana, kiribûn.”
ARJÎN NÛJÎN
Piştî destpêkirina şerê Rûsya-Ukraynayê, Swêdê ji bo endametiyê miracaetî NATO´yê kir. Minaqeşeyên vê pêvajoyê 14 mehan dewam kirin. Beriya Civîna Bilind a NATO´yê ya li payexta Lîtvanyayê Vilniusê ya 11´ê Tîrmehê, dewleta Tirk vetoya xwe ya li ber endametiya Swêdê rakir.
Beriya civînê bi rojekê, serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan, Sekreterê Giştî yê NATO´yê Jens Stoltenberg û serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson li hev rûniştin û piştî vê civînê, Tirkiyeyê da zanîn ku wê vetoya xwe li ber endametiya Tirkiyeyê rakiriye. Guhertina qanûna têkoşîna qaşo li dijî terorê ya Swêdê, teslîmkirina Kurdan û têkilîdanîna kesekî ji ber dozeke edlî li ber dadgehê bi fînansekirina PKK´ê û 4,5 sal cezayê hepsê lê birrîn, dikin ku bazara di navbera aliyan de li ser Kurdan bû.
Li ser meseleyê û paşxaneya wê em bi rojnamevanê Kurd ê ku xelata Olof Palme ya Aştiyê wergirtiye, Kurdo Baksî û berdevkê komîsyona dîplomasiyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêdê Ridvan Altun re peyivîn.
Meseleya Halkbank û milkên Erdogan
Rojnamevan Kurdo Baksî, di rakirina vetoya li ber endametiya NATO´yê ya Swêdê de îşaret bi rola serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) Joe Biden kir û got, “Di çapemeniyê de behsa wê hat kirin ku Emerîka wê balefirên şer F-16´an bifiroşe Tirkiyeyê. Ev ji bo Erdogan gelekî muhim bû. Wekî din Emerîkayê gef li Erdogan xwarin bi rêya doza li dijî Halkbankê û eşkerekirina milkên Erdogan ên li dinyayê. Yanî Emerîkayê bi rengekî ji rengan şantaj kir. Naxwe, ne mumkin ku ku Erdogan wiha bi carekê helwêsta xwe biguhere.”
Sê daxwazên Erdoganê:Kurd, pere û sîleh
Kurdo Baksî got, Erdogan ji bo rakirina vetoyê nexasim jî bi sê daxwazan şantaj li Swêdê kir: “Ya pêşî, reşkirina Kurdan li seranserê dinyayê bû. Ya diduyan, çêkirina çavkaniyan ji bo Tirkiyeya aboriya wê li petaxê ketiye û standina pereyan bû. Ya sisiyan jî ew bû ku bi rengekî ji rengan sîlehan ji Emerîkayê bikirre. Esas, gava got, ‘Em dixwazin bibin endamê Yekitiye Ewrûpayê (YE)‘, wî digot, 'perê min neman, deyn bidin min.' Şirketên welatên endamê YE´yê êdî li Tirkiyeyê veberhênanan nakin yanî dibêje, ‘Werin vir û min xilas bikin’, û wiha jî zextê dike.”
Têkilî wê bi YPG´ê re neyên qutkirin
Baksî bi bîr xist ku Swêdê soz daye Tirkiyeyê ku alîkariyê neke bi YPG û FETO´yê re, lê wî her wiha bal bire ser wê yekê ku Swêdê di memoranduma mohr kirî de ji YPG´ê re nabêje terorîst û wiha peyivî: “Yanî soz dane ku alîkariyê pê re nekin. Yanî meseleya qedexekirin yan jî çêkirina mişkileyan nîne. Ji Swêdê 290 kes çûn tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bûn. Bêhtirî nîvê wan hatin kuştin. Gelek ji wan jî vegeriyan Swêdê. Bêhtirî 20 welatiyên Swêdê yên DAIŞ´ê niha di hepsên li Rojava de ne. Ji ber vê yekê, dewleta Swêdê nikare têkiliyên xwe bi YPG´ê re qut bike. Sîstemek li Rojava heye. Koalîsyoneke navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê heye û bi gelek endamên NATO´yê re hevkariyê dike. Lîderên YPG´ê li Qesra Elysée li Parîsê hatin ezimandin, rêz ji wan re tê girtin. Trump bi wan re rûnişt, peyivî.”
Xirabiyê beriya Vilniusê dest pê kir
Kurdo Baksî, li ser tesîrên muhtemel ên lihevkirina nû yên li dijî Kurdan jî got, “Jixwe beriya Vilniusê çi xirabiya ku wê li Kurdan bihata kirin, hat kirin. Swêdê her sê şertên Tirkiyeyê qebûl kirin. Ambargoya sîlehan a ji dagirkeriya 2019´an ve di Îlona 2022’yan de hat rakirin. Qanûna xwe ya têkoşîna li dijî terorê guherand û çalakiyên Kurdan zehmet kirin. Bi qanûneke 1´ê Çileyê 2023´yan ve lê, hesabên bankê yê komeleyên Kurd dikarin hêsanîtir bên girtin. Istîxbarata Swêdê wê bêhtir zextê ku Kurdan bike. Ya sêyem jî Swêdê hin kes teslîmî Swêdê kirin. Yek ji van Mahmut Tan bû yê ku li Tirkiyeyê mehkûm bû. Kurdên ne welatiyê Swêdê ji ber vê gelekî tehdê dibînin."
Meseleya YE´yê
Kurdo Baksî ji bo meseleya endametiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya dewleta Tirk got, “Swêdî dibêjin, welatê herî demokratîk ê dinyayê wê çawa welatê herî kêm demokratîk ê dinyayê yanî Tirkiyeyê bixe YE´yê. Ew dibêjin, ‘Ev rewşke ne mumkin e’. Ez bi wezîrên Swêdî re peyivîm. Wan got, heger Swêd ji bo endametiya YE´yê ya Tirkiyeyê kar bike, îmaja wê dakeve sifirê. Ev mesele Swêdê gelekî aciz dike.”
Êdî wê tesîrê li siyaseta hundir neke
Kurdo Baksî bi bîr xist ku bi endametiya NATO´yê ya Swêdê re bêalîbûna wê ya 200 salî bi dawî bûye û ji bo tesîrên li siyaseta hundir û li Kurdên Swêdê jî Kurdo Baksî di dawiyê de got, “Di siyaseta hundir a Swêdê de ji îro û pê ve wê zêde guhertin çênebe. Lewma hikûmeta rastgir a desthilatê, ji bo hikûmetê hevkariyê bi partiyeke nijadperest re dike. Ne ku hez ji Kurdan dikirin, ji ber ku ji partiya Demokratên Swêdê ditirsiyan bêhtir soz nedan Erdogan.”
Senaryoya kevin di dewrê de ye
Berdevkê komîsyona dîplomasiyê ya NCDK a Swêdê Ridvan Altun jî li ser bazarên di pêvajoya endametiya NATO´yê de reşkujiya Olof Palme bi bîr xist û got, “Beirya bi 37 salan çawa hewl dan Kurdan krîmînalîze bikin, niha jê wiha dikin.”
Ridvan Altun got, tawîzên Swêdê di vê pêvajoyê de dane Tirkiyeyê bandoreke xirab li Kurdên li Swêdê kiriye û da zanîn ku Swêdê qederê 10 Kurdan teslîmî Tirkiyeyê kirine. Altun biryara dadgeha bilind a rawestandina teslîmkirina Tirkiyeyê ya 2 kesan jî bi bîr xist û got, “Qet nebe hîna serweriya dadweriyê heye.”
Altun reşkujiya sala 1986´an a li dijî serokwezîrê hingê yê Swêdê Olof Palme bi bîr xist û got, “Hewl dan vê reşkujiyê bixin stûyê Kurdan û Kurdan terorîze bikin. Ev berê qewimî. Kurdan ev ji bîr nekiriye. Piştî 35 salan hîna nû rayedarekî Swêdî rabû, got, elaqeya bûyerê bi Kurdan re nîne. Lê îro bi meseleya endametiya NATO´yê ya Swêdê, ji bo razîkirina Tirkiyeyê ji nû ve Kurdan krîmînalîze dike. Ev bi rastî jî helwêste bê exlaq e.”
Altun got, siyaseta Swêdê wê li dijî tevahiya Kurdan be û ji bo wê jî divê Kurd yekhelwêst bin.
Deriyê dîplomasiya fermî li rûyê Kurdan hatine girtin û Ridvan Altun vê wiha îfade dike: “Me berê bi hin siyasetvanên Swêdî re li dijî lîsteya terorê bi hev re konferans li dar dixistin. Piştî rojeva endametiya NATO´yê derî hemû li me hatin girtin. Heta xeber ji me re şandin, gotin ‘heta ku em îmzeyê wergirtin, deriyên me li we girtî ne.’ Piştî niha wê siyaseta fermî ya Swêdê çawa be, dem wê diyar bike. Em ê xebatên xwe yên bi civaka sivîl re zêde bikin û ne ji mafê kesî ye ku vê yekê asteng bike.”
Altûn bal bire ser girîngiya rêxistinên Kurd ên li Swêdê jî û wiha bal bire ser rêvekirina li ber MÎT´a Tirk: “Ev rêbazeke Tirkiyeyê ye. Xebata meydanê ji bo MÎT´ê dike. Civak û hiqûqa Swêdê heger bixin amûra vê yekê, wê esas ya bi bin bikeve bibe civaka Swêdê. Ez bi îhtîmam behsa vê dikim ji ber ku xebatên saziyên Kurd ên cidî hene beramberî vê.”