71 jinên girtî yên li Îranê bi bîr anî

Nûçeyên Çand/Huner

În 19 Çile 2024 - 02:55

Aktrîsa sînemayê ya Îranî Meral Nesîrî ku li Swêdê dijî, li Festîvala Film ya Goldbagin xelata herî baş a rola serekî ya jinê stand. Nesîrî li merasîma wergirtina xelatê navê 71 jinên ku ji aliyê Îranê ve hatine girtin li ser bedena xwe nivîsî.

Xelatên Festîvala Goldbagin beriya du rojan hatin dayîn. Lîstikvana Îranî Meral Nesîrî ji ber rola wê ya di filmê ‘Dijmin’ de hêjayî xelata herî baş a rolê sereke hate dîtin.

Meral Nesîrî kêliya wergirtina xelatê  got; “Ev navên li ser bedena min, navê 71 jinî ne, ku niha ew li Îranê girtî ne û li dijî rejîma Îranê têdikoşin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.