Başûr li ber Mesrûr bêdeng nebû

În 19 Sibat 2021 - 01:31

  • Kemal Çomanî: Ji ber wê, bi ya min tesîra zexta PDK’ê li ser xelkê heye. Lê bi vê, PDK nikare xelkê Başûr bêdeng bike. Çawa me di vê cezakirina rojnamevan û çalakgeran de dît, civaka sivîl a Başûr heta radeyekê bi yekdengî beramberî sîstema polêsî, bêedaletî û bêexlaqiya dadgerî dengê xwe derxist.

LUQMAN GULDIVÊ

Sêşema bihurî li Hewlêrê rûniştina 17 mamoste, aktivîst û rojnamevanên li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, çêbû. Dadgehê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û Guhdar Zêbarî û mamoste û çalakger Eyaz Kerîm, Şivan Seîd û Harîwan Îsa û kesekî din 6 sal cezayê hepsê birrî. Parlamenterê Herêma Başûrê Kurdistanê Elî Heme Salih piştî rûniştînê gotibû; “Ji bo me hemûyan metirsîdar e. Rojnameger û aktivîst li ser agahiyên rojnamegerî yên di koma facebookê de, hatine cezakirin.”

Lê mesele ne tenê ev bû. Êşkence li girtiyên Behdînanê hatibû kirin, gef li wan hatibûn xwarin û bêyî delîl û sûcek hebe, ceza li wan hat birrîn. Em li ser meseleyê bi rojnamevan û akademîsyen Kemal Çomanî re peyivîn ku niha li bajarê Elmanyayê Erfurtê dimîne û li Willy Brandt School dixwîne.

Gefa destavêtinê adeta PDK’ê ye

Li ser pirsa ka gelo, pêvajoyeke asayî bû ku kesên hatin tohmetbarkirin, bi mehan nekarîn parêzerên xwe bibînin û heta beriya dozê bi deh rojekî jî nedihat zanîn ka bi çi tên tohmetbarkirin, wî got, “Ev binpêkirineke cidî ya mafê mirovan a kesên girtî bû. Mixabin li Başûr sîstemeke dadweriyê ya serbixwe û demokratîk nîne. Ji ber wê jî rexneyeke wisa di nava vê pergalê de nikare cih bigire. Lê ewên sêşema bihurî hatin cezakirin, ji ber ku PDK û Mesûd Barzanî hê ji serî ve komek sûc çêkiribûn, dadgehê ew ê bi cih anîba. Ji ber wê nehiştin ku tohmentbar berê parêzerên xwe bibînin. Di dema girtîbûna wan de jî PDK’ê gelek êşkence û miameleya xirab li girtiyan kir. Ji bo Şêrwan Şerwanî PDK’ê hem êşkence lê kir û hem jî mixabin gef lê xwarin. Gotin, heger tu li xwe mikur neyê, em ê hevjîna te bînin û dest biavêjin hevjîna te. Mixabin ev rêbazeke PDK’yê nexasim di dema şerê navxweyî de wê ev dikir. Wekî din êşkence li Şêrwan Şerwanî kirine da ku şîfreya du komputerên xwe bide wan. Li jêr êşkenceyên dijwar wî şîfreya yekê ji wan daye PDK’ê. Ji ber vê êşkenceyê lazim bû ew parêzerên xwe zû nebînin. Lewma heger parêzerên xwe bidîtana, parêzeran jî wê raya giştî zû agahdar bikira. Jixwe, her du hefteyên pêşî nedihat zanîn ka Şêrwan û yên din birine ku li ku ragirtine.”

Mesrûr Barzanî senaryo nivîsî

Baş e gelo delîl hebûn? Kemal Çomanî jî weke kesên doz şopandî, dibêje ti belge nebûn: “Ti belge nebû, ti belgeya qanûnî nebû. Tenê komeke chatê ya Facebookê hebû. Di wir de Şêrwan û yên bi hev re minaqeşe kirine, ka çi bikin, em çawa dikarin tesîr û zextê li hikûmetê bikin da ku ev sîstem bê demokratîk kirin. Lê Şerwan li ser mijara mafê mirovan dixwaze kitêbekê jî binivîse. Wî daîmî behsa van babetan kiriye. Wî dixwest kitêbekê li ser binpêkirina mafê mirovan ji 1991’ê heta roja me ya îro li Başûr nexasim jî li Dihokê binivîse. Ew sernivîskarê kovara bi navê Başûr bû sala 2015’an. Wî gelek kar dikir li ser meseleyan kiriye. Yek belge hebû, ew jî ne hiqûqî bû, yanî koma chatê ya facebookê. Lê divê em ji bîr nekin. Beriya rûniştina dozê bi çend rojan Mesrûr Barzanî (Serokwezîrê hikêmeta PDK’ê) di civîneke çapemeniyê de îdîa kir ku wan sîxurî ji bo welatên derve kirine, hewl dane îstîqrara Başûrê Kurdistanê xira bikin. Ev nîşan dide ku Mesrûr Barzanî bi xwe ev senaryo ji bo Şêrwan Şerwanî û koma girtiyan nivîsandiye û pîlana Mesrûr Barzanî hebûya wan bigire, derêxe dadgehê û bide cezakirin. Heger ne wisa bûya, diviyabû wî bigota, em nizanin, ti malûmatên me nînin, dadgerî karê xwe dike.”
 
Sûcek çêkirin: Bi xwepêşandanan xirakirina îstîqrarê
Bi ya Kemal Çomanî, Mesrû Barzanî û bavê wî Mesûd Barzanî, bi taybetî ev tohmet bijartine ji ber du sedeman: “Ji bo ku karibin cezayên giran ên hepsê li wan bibirrin bi sîxuriyê tohmetbar kirin. Ev pîlan Mesrûr tevî bavê xwe danîye. Ew ji rayagiştî ya Kurdistanê natirsin, bêhtir ji ya navneteweyî ditirsin. Ji ber wê jî ev îdîaya sîxuriya ji bo Îranê derxistin pêş. Da ku nexasim jî Emerîka dengê xwe neke. Lê cihê kêfxweşiyê ye ku ti konsolosiya li herêmê ev tohmetên hanê cidî negirtin.”

Li ser nasnameya girtiyan û ka çima ew hatine girtin, Kemal Çomanî dibêje, “Hin ji wan xwepêşander bûn. Mamoste bûn, doza mûçeyên xwe kiribûn. Wan gotibû, heger heqê wan mûçeyên wan neyê dayîn ew kar nakin. Li ser vê hatibûn girtin. Lê PDK’ê, asayîşa wê û Mesrûr Barzanî dibêjin, bi çûna xwepêşandanan ew îstîqrara Başûrê Kurdistanê xira dikin.”

Wê nikaribin dengê azad qut bikin

Lê cezayên dirêj ên hepsê gelo peyamek ji kê re bû? Kemal Çomanî dibêje, “Cezakirinê dixwest peyamekê bide rojnamevan û çalakgerên Behdînan, Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Ev peyam jî wiha ye: Her kesê li ber sîstema faşîst a Mesûd Barzanî rabe, wê rexne bike, bêguman çi hatibe serê van rojnamevan û çalakgeran wê bê serê wan jî.”

Me ji Kemal Çomanî pirsî, ka gelo ev rêbaz wê bi kêr bê. Ew dibêje, “Esas, PDK û Mesûd Barzanî berê karîn û ne jî niha dikarin dengê azad li Başûr qut bikin. Rast e, gelek kes girtin, rojnamevan kuştin, û civak mîlîtarîze kirin. Lê bêdengiya xelkê tenê demkî bû. Bi vê xelk bêhtir aciz û hêrsrabûyî dibe. Di hilbijartinan de jî me dît ka xelkê çawa peyam da PDK’ê. Xelk beşdarî hilbijartinan nebû. Û yên beşdar bûn jî kêmê wan bi daxwaza xwe beşdar bûn. Ji ber wê, bi ya min tesîra kuştin, teror, girtin, revandin, zexta PDK’ê li ser xekê heye. Lê bi vê PDK nikare xelkê Başûr bêdeng bike. Çawa me di vê cezakirina rojnamevan û çalakgeran de dît, civaka sivîl a Başûr heta radeyekê bi yekdengî beramberî sîstema polêsî, bêedaletî û bêexlaqiya dadgerî dengê xwe derxist. Mixabin heger ev rewş dewam bike, rewşa Başûr wê ji Îran û Tirkiyê xirabtir bibe. Lê ez wisa difikirim ku di bin zexta navxweyî û ya ji derve de Mesrûr Barzanî wê paşve gavê biavêje.”

Dadger endamê PDK’ê ye

Ev zexta ku Kemal Çomanî behsa wê dike, weke nûçeya me ya doh bal bire serê ji nava Başûr bi helwêsta tevahiya partiyên siyasî ji bilî PDK’ê, lê her wiha bi nerazîbûna seroka parlamenê xwe dabû der. Ji bilî wê saziyên navneteweyî yên parastina rojnamevanan jî helwêsta xwe diyar kiribû. Rêxistinên civaka sivîl ên Başûr jî hema hema bi yekdengî li ber biryarê rabûbûn. Heta sendîkaya rojnamevanan a ku hizbî ye û bi pirranî nêzî PDK’ê ye jî li ber biryara dadgehê helwêst nîşan dabû. 

Ji ber vê yêkê Kemal Çomanê dibêje, “Biryara dadgehê ne li ser navê dadweriya serbixwe û qanûnên Başûr bû, lê li ser navê Mesrûr Barzanî bû. Li Kurdistanê dadweriyeke serbixwe nîne, yeke hizbî heye. Daggerê ceza li 6 kesan birrî, bi xwe endamê PDK’ê ye. Li ti dera dinyayê tiştekî wisa nîne. Lê li Başûr dadger jî, dozger jî endamên hizban in. Yan PDK’yî yan jî YNK’yî ne.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.