Barzanî Başûr dixin talokeyê

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:25

SELMAN GUZELYUZ / MA / ENQERE

Van demên dawî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kiribû, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22 û 28’ê çile çûbû Bexdayê kir. Piştre di 4’ê sibatê şandeya ku Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak di nav de bi asta bilind serdana Iraqê kir. Dîsa bi malbata Barzanî re ya di rêveberiya PDK’ê de jî hin serdan hatin kirin

Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 4’ê adarê got “Em li ber temamkirina wê xelekê ne  ku sînorên me yên bi Iraqê re ewle bike. Hêvîdarim di vê havînê de em ê pirsgirêka sînorên xwe yên bi Iraqê re bi awayekî mayînde çareser bikin” vê yekê pişt rast dike. ‘’

Serdanên leşkerî ne

Zanyarê Siyasetê Dr. Mûstafa Pekoz, têkildarî geşedanên dawî ji MA’yê re axivî.   

Pekoz çarçoweya van hevdîtinan weke ‘’leşkerî û ewlehî’’ pênase kir û ev serdan wiha şîrove kir: “Beriya her tiştî dixwazim balê bikişînim ser xalekê; Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin dikarin weke mirovên ku polîtîkayên stratejîk ên hikûmetê diyar dikin, li ser navê dewletê bi otorîteyeke tam tevdigerin û dikarin bandorê li serokkomar bikin, bên pênasekirin. Biryarên van her sê kesan ên di serdana Bexdayê de têkildarî polîtîkayên diyarkirina pêvajoya pêşiya me ya Enqereyê fikrekê dide me. Balkêş e ku bi temamî serdaneke navenda wê leşkerî û ewlehî ye. ‘’

Mijar bicihkirin leşkerî ye

Pekoz bi bîr xist ku Erdogan Nîsanê wê serdana Bexdayê bike, têkilî naveroka serdanê got,’’Mijar wê operasyoneke li dijî PKK’ê be. Yanî wê li kûrahiya sînorê bi Iraqê re bi 30 kîlometreyan bi awayekî mayînde bicihbûna yekîneyên leşkerî bê kirin. Qadên ku beriya niha Serokkomar jê re digotin ‘teroristan’ herêm in ku Kurd lê dijîn. Gelek caran dubare kir ku dixwaze ji sînorê Hatayê heta temamê sînorê Iraqê digire nava xwe û heta sînorê Îranê 30 kîlometreyan kûrahiyê baregehên leşkerî yên mayînde ava bike.”

Operasyon nabe çareserî

Pekoz her wiha diyar kir dewleta Tirk dixwaze opeasyonbe bejahiyê biçe serî û got,’’ Di tu operasyonên bejahiyê de ne PKK weke leşkerî hate tasfiyekirin, ne jî pirsgirêka Kurd hate çareserkirin. Pirsgirêk hêj li cihê xwe disekine, heta her ku operasyon zêde dibin pirsgirêka Kurd di asta herêmî û navnetewî de zêdetir dibe. Bi operasyonên bêjahiyê yên 40 salan hate dîtin ku nikarin serbikevin û ev yek nabe çareserî.”

Bexdayê destûr nedaye 

Pekoz, da zanîn ku di daxuyaniya hevpar a piştî hevdîtinan hate kirin de hevokek jî nîne ku destûra operasyonê ji Enqereyê re hatiye dayîn û wiha berdewam kir: “Dayîna destûreke wiha dê bi mafên serweriya neteweyî ya Iraqê re bikeve nava nakokiyê. Tê zanîn ku operasyonên Tirkiyeyê yên li nava sînorên Herêma Kurdistanê ya Iraqê, yanî li nava sînorên Iraqê bi îdîaya ‘ewlekirina ewlekariya xwe’ bêyî destûra ji Bexdayê hatine kirin. ‘’

Wê bibe sedema krîzan

Pekoz bi domdarî diyar kir operasyoneke berfireh a bejahî wê li nav aktorên herêmê jî bibe sedema krîzan û got,’’Operasyoneke bejahî ya ji bo mayîna hêzeke mayînde li kûrahiya 30-40 kîlometreyî û xurtkirina wê, ne tenê bi Bexdayê re, bi aktorên herêmê re jî wê rê li ber krîzeke leşkerî û siyasî veke. Enqere nikare vê rake. Ji ber vê yekê ji bo operasyoneke bêjahiyê ya gengaz hewl dide destûrê ji Bexdayê bigire. Lê zehmet e ku destûra operasyoneke bêjahiyê ya berfireh were dayîn. Weke îhtimal, dibe ku operasyoneke sînor, armanc û dema wê hatiye diyarkirin were erêkirin.”

Emerîka bêistikrariyê qebûl nake

Têkilî helwesta Emerîkayê jî Pekoz got,’’ “Amerîka qebûl nake ku li her du herêman bêîstîkrarbûneke nû derkeve holê. Ji ber ku îstîkrara polîtîk û civakî ya erdnîgariya Kurdan ji aliyê stratejiya herêmî ya Amerîkayê diyar kiriye gelekî girîng e. Dibe ku ev her du navend bibin navendên herî girîng ku di salên pêşiya me de Emerîka hêza xwe ya leşkerî lê bicih bike be. Ligel Emerîkayê destpêkirina operasyoneke bejahiyê ya Tirkiyeyê zehmet e, lê heke bike divê were hesabkirin ku dibe ku bersiveke leşkerî, siyasî û aborî hebe.” 

PDK wê piştgiriyê bide 

Pekoz, bal kişand cihgirtina Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistana Federe Rebwar Ehmed a di civîna li Bexdayê hate lidarxistin de û wiha pê de çû: “Faktora herî girîng a operasyoneke gengaz a bejahî ku dikare li nava sînorên Herêma Kurdistanê bê kirin, rêveberiya li Hewlêrê ye. Ji ber têkiliyên kûr û gelek berfireh ên bi Enqereyê re tê diyarkirin ku ji ber bandora Enqereyê ya polîtîk û aborî ya li ser herêmê nikare li dijî operasyona bejdahiyê berxwedanekê nîşan bide, heta wê piştgiriyê bide. 

PDK Herêma Kurdistanê dixe talokeyê

Pekoz pirsa, ‘’Gelo rêveberiya Hewlêrê dê bertekên gengaz ên Bexda, Tehran, Riyad û Washingtonê li ber çavan bigire û operasyoneke bêjahiyê ya Tirkiyeyê bipejirîne? Dema pejirand wê bikare xwe li ber encamên leşkerî û polîtîk bigire?’’ kir û got:’’ Dibe ku meseleya herî zehmet biryara ku Herêma Kurdistanê wergire ye. Ji ber ku destûr dayîna Herêma Kurdistanê ya ji operasyoneke bêjahiyê ya Enqereyê re dibe ku rê li ber krîzeke nû ya di Herêma Kurdistanê de veke. Xetereya ku krîz di nava Kurdan de veguhere pevçûneke leşkerî, dibe sedem ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe destkeftiyên xwe winda bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.