Barana topan li Eyn Îsa
Çarşem 7 Kanûn 2022 - 01:20
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ji beriya 10 rojan ve bi çekên giran êrişan li dijî gundên navçeya Eyn Îsayê yên nêzî eniyên şer, pêk tînin.
Ji 26`ê Mijdarê ve 200 top ji baregehên dagirkeriya Tirk ên li herêmên dagirkirî hatine avêtin û ev li herêmê belge kiriye.
Tenê gundê Seyda bi 53 topan hatiye topbarankirin, 25 top jî li gundên Cidêda û Mielek ketine. Gundê Xalidiyê jî bi 28 topan, gundê Dibis bi 40 top û moşekan, gundê Hoşan bi 26 topan, gundê Ebû Neytûnê bi 10 topan hedef hatiye girtin. Gundên navboirî li ser rêya M4´ê ne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêncşema borî mizgefta gundê Tirwaziyê bi 13 topan kiribû hedef û rûxandibû.
Di êrişan de ziyaneke mezin gihişte malên welatiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN